Divê jin her hişyar bin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:05

Rojnamevan Ala Ehmed da zanîn divê jin, taybet jî jinên rojnamevan bibin pêşengên civakê û got:”Divê jin hertim li hemberî sîstema sermayedar hişyar bin. Hêvîdar im jinên rojnamevan bi hev re têbikoşin.”

Piştî rûxîna rejîma Baasê ya li Başûrê Kurdistanê di warê ragihandinê de jî kêm tevgerek çêbû, her wiha jin jî bi rêjeyek berçav tevlî karê ragihandinê bûn. Lê ji ber siyaseta hizbên siyasî ku li ser medyayê serdest e, bi qasî tê xwestin mijara jinan girîngî pê nayê dayîn. Ev jî xwe dispêre aqilê zilamsalarî yê hizbên siyasî. Derbarê mijarê de rojnamevan Ala Ehmed axivî.

Rojnamevan Ala Ehmed destpêkê behsa girîngiya mijara jinan a li Başûrê Kurdistanê kir û wiha pêde çû; “Li Başûrê Kurdistanê bi qasî tê xwestin girîngî bi mijara jinan nayê dayîn, di warê civakê de jî, bi kêmî li jinan tê temaşekirin. Li aliyek din jî medya girêdayî hizbên siyasî ne, ev jî bûye sedem ku mijarên nîştimanî û jinan li gorî aliyên siyasî were nirxandin.”

Ala Ehmed bal kişand ser karê medyayê yê li ser mijarên jinan jî û got; “Ji ber sîstema zilamsalariyê, jin hertim di asta duyem de lê tên temaşekirin. Her wiha weke jin kêm be lê tê temaşekirin. Divê jin bi xwe rêxistinkirinê xwe pêş bixin û hêza xwe derbixin holê. Lê li beramberî vê desthilat vê yekê ji bo xwe weke metirsî dibîne, lewma hertim rê li pêşketina jinan digire.”

Rojnamevan Ala herî dawî jî got; “Divê jin, taybet jî jinên rojnamevan bibin pêşengên civakê, wê rêxistinbûna jinan di nava civakê de bibe sedema bidestxistina mafê wan. Divê jin hertim li hemberî sîstema sermayedar hişyar bin. Hêvîdar im jinên rojnamevan bi hev re têbikoşin.”

SILÊMANÎ/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.