Li Çemçemal pêşangeheke hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Îlon 2025 - 00:31

Li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê pêşangehek wêneyan ji bo heşt hunermendên şêwekar hat vekirin. Di pêşangehê de gelek tablo hatine nîşandan. Yek ji beşdarvanên pêşangehê da diyarkirin ku vekirina van pêşangehan ji bo nîşandana hunera ciwanan giringe.

Li salona Rêveberiya Rewşenbîrî ya Çemçemalê bi amadebûna rewşenbîr û ciwanên navçeyê pêşangehek wêneyan ji bo heşt şêwekaran hat vekirin.

Yek ji beşdarvanên pêşangehê Derya Salih di derbarê vekirina pêşangehê de ji ajansa me re axivî û got: “Ez bi pênc tabloyan tevli vê pêşangehê bûme. Vekirina van pêşangehên bi vî rengî ji bo derxistina hunera ciwanan derfetek giringe.”

Berpirsê pêşangehê Aram Elî jî li ser vekirina pêşangehê got: “Îro wek Navenda Çand û Hunerê ya Çemçemal me ev pêşangeha şêwekariyê ji bo heşt hunermendên navçeyê vekiriye. Di pêşangehê de gelek tabloyên hunerî hatine nîşandan.”

Aram Elî da zanîn ku ev pêşangeh ji bo nîşandana kar û çalakiyên ciwanên navçeyê xwedî giringiyek zêde ye û got: “Li Çemçemalê gelek hunermend hene pêwîste bikarin bi rêya çalakiyên wiha kêrhatinên xwe nîşandin.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.