
Şêrîn Hacî ya 31 salî li gundê Beyandûr ê girêdayî bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê hatiye dinê. Şêrîn nuxuriya dê û bavê xwe ye, 4 xwîşk û birayê wê hene. Şêrîn bi awayê astengdar hatiye dinê. Destê wê yê çepê tenê sê tilî hene, zimanê wê yê axaftinê girane û nikare zêde xwe îfade bike.
Dema temenê xwendina wê hat, malbata wê Şêrînê dibe dibistanê, lê ji ber nikarîbû xwe îfade bike, di aliyê danûstendina bi hevalên xwe re û di hêla pêşketina perwerdeyê de xwe kêm dîtiye û vê yekê jî bandoreke neyînî li ser derûniya wê kiriye. Lewma di refa 6`an de dest ji dibistanê berdaye.
Malbata Şêrîn Hacî ew biriye çend nexweşxaneyan lê li gorî dayika wê bijîşkan diyar kirine ku ev rewşeke zikmakî ye û wê wisa bimîne. Şêrînê nikariye xwendina xwe temam bike, lê hewil daye vê valahiyê bi xêzkirina wêneyan dagire. Bi gotineke din, xwe bi wêneyan îfade dike. Li gorî dayika wê, Şêrîn piştî dest ji dibistanê berdaye li derdorê û xwezayê meyze kiriye û hewil daye tiştên dîtine li ser kaxezan xêz bike. Şêrîn nikare dema destpêkirina xêzkirina resman vebêje, lê tenê dibêje ku wê ji resman hez kiriye û ew kopî kirine. Piranî berhemên wê jî ji tiştên ku dîtine pêk tên. Destpêkê tenê bi kaxez û qeleman resm xêz kirine, piştî ku dayik û bavên wê hezkirina wê dîtiye, jê re amûrên xêzkirinê anîne. Piraniya xebatên wê li ser portre û xwezayê ne. Heta niha gelek berhem derxistine holê û 3 caran beşdarî mîhrîcan û pêşangehên ku li ser asta Kantona Cizîrê bûye. Şêrîn nikare bi tena serê xwe ji malê derkeve, lewma dema ku biçe cihekî, pêwîste kesek pê re be. Eger ti kes nebe, bi tena serê xwe nikare biçe. Dema tevlî pêşangeha bûye, bi dayika xwe re çûye. Malbata Şêrînê mehek beriya niha jê re standa tabloyan aniye û ji bo ku karibe rehet kar bike, odeya ku berê wekî depo dihate bikaranîn, jê re amade kiriye.
Şêrîn Hacî dibêje ku ew ji xêzkirina wêneyan hez dike û dema xwe bi wan re derbas dike. Li kêleka xêzkirina resman Şêrîn bi dayika xwe re gelek karên malê jî dike.
ANHA/SÎMA BIROKÊ-BÊRÎTAN ÎRLAN













