Hunermend wê rengê xwe bidin meşê
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:00

Di 2’ê Mijdara 2025’an de, komek ji hunermendên TEV-ÇANDê li Kolnê hatin cem hev û amadekariyên meşê nirxandin.
Nûnerên çandê yên Fransa, Elmanya û Swîsreyê jî beşdarî civînê bûn. Beşdaran biryar da ku ji bo tevlîbûna xurt a meşê, di qada çandî de seferberiyeke berfireh bidin destpêkirin.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê, wê bi komeke taybet û bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo, Azadiya Çand û Hunerê ye” beşdarî meşa Kolnê bibin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin:’’Çand û huner ruhê berxwedanê yê gelan nîşan dide. Azadiya Rêber Apo, ne tenê wê riya gelê Kurd, di heman demê de riya hemû huner, raman û azadiya gotinê jî veke.”
Di dawiya civînê de, hunermend û nûnerên çandê bangewaziya tevlîbûneke xurt li raya giştî ya Ewropayê kirin ji bo meşa 8’ê Mijdarê û ev peyam hate dayîn:“Ev meşa dîrokî dê bibe civîna vîna azadiyê ya gelan. Divê her kes bi reng, deng û çanda xwe li qadan be. Ji bo azadiya Rêber Apo em hemû bi hev re bimeşin.”
ANF/KOLN















