Bi hunerê doza gel diparêzin
Şemî 8 Mijdar 2025 - 01:45

Di dîrokê de huner gelek caran li hemberî zordarî û koletiyê û rêbaza vegotina êş û armancan hatiye bikaranîn. Hunerê dengê gelan li cîhanê belav kir û bi rêya wê gelan nasname û têkoşîna xwe pênase kir û bîreweriya xwe ya komî parast.
Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de hejmareke mezin a hunermendan ne tenê bûyer tomar kirin, her wiha wan ruhê berxwedan û hêviyê di stranên xwe de gihand civakê. Yek ji wan jî hunermend Selah Îbrahîm e.
Hunermend Selah Îbrahîm di 1981'an de li gundê Kerbetlî yê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re mijûl e. Wî ji text û têlan amûrên muzîkê çêdikirin û eşqa hunerê ji xal û bapîrê xwe girtiye. Xalê wî Mihemed Salih Xelê yê ku helbest û stran çêdikirin, han da Selah Îbrahîm ku di vê rêyê de bidome.
Di 12 saliya xwe de, Selah yekemîn amûra muzîkê wergirt, ew jî tembûr bû. Di 1994'an de dest bi çalakiyên hunerî yên girêdayî têkoşîna rizgariyê ya gelê Kurd kir. Ew endamê Koma Ceng bû û piştî xebera şehadeta şehîd Zîlan di 1996'an de wî komek li ser navê wê ava kir. Di serî de di şahiyên Newrozê de wî li rîtmê dida, piştre derbasî jenîna li ser tembûrê û stranbêjiyê bû. Koma Şehîd Zîlan peyamên çandî û niştimanî li hemberî zordariya rejîma Baas ragihandin. Tevî astengî û girtinê dîsa jî komê têkoşîna xwe ya hunerî domand û Selah Îbrahîm jî beşek ji vê têkoşînê bû. Hunermend Selah wan rojan bi tunebûna ewlehiyê, tunebûna cihên taybet ji bo muzîkê û bi moralên bilind û ruhê têkoşînê, tîne bîra xwe.
Zarok û ciwanan fêrî muzîkê dike
Hunermend Selah piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelek albûm derxistin û bi Hunergeha Welat re kilîpek li ser berxwedana bendava Tişrînê û vîdyoyeke stranên folklorî ji deşta Mêrdînê çêkirin. Selah Îbrahîm anî ziman ku hunermendên Kurd wekî Şivan Perwer, Beytocan û Ciwan Haco û hunermendên Ereb wekî Marsêl Xelîfe û Feyrûzê bandor lê kiriye. Di 2003'yan de ew tev li koma Silav a Şamê bû û li wir bû şagirtê hunermend Ehmed Huseynî. Nêzî 2 salan bi komê re ma, piştre vegerî koma Şehîd Zîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê wî tev hevalên xwe Navenda Çand û Hunerê li bajarê Dirbêsiyê ava kir û di hemû çalakiyên hunerî yên bajêr û seranserî herêmê de beşdar bû. Her wiha wî muzîk fêrî zarok û ciwanan dikir, bi taybetî amûra tembûrê.
‘Huner eynika civakê ye’
Selah Îbrahîm wiha huner pênase kir: "Huner neynika civakê ye û yek ji wesîleyên hevnaskirina gelan e. Ew qada azad a vegotina armanc û êşên mirovan û parastina dozên wan e." Îbrahîm wiha domand: "Huner doza gelê xwe di gotin û awazên xwe de dihewîne. Nexasim dema ku gel ji bo azadî û hebûna xwe tê bikoşe. Em rêya hevrêyên xwe yên şehîd didomînin da ku ew her tim zindî bin."
Îbrahîm guhartina awaz û gotinên stranên folklorî di şahiyên dawetan de rexne kir û got ku van stranan dîroka gelê Kurd hilgirtiye. Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm hêviya xwe bi nifşên nû nîşan da û got kî bikeve rêya huner û şoreşê têkoşîneke kûr ji bo sed salan dide rûniştandin.
ANHA/HESEKÊ















