Ji bo ziman dadikevin meydanan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Gulan 2025 - 00:45

Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Şaredariya Peyasê bernameyên xwe yên di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê li dar bixin aşkere kirin. MED-DERê ragihand ku dê di navbera 20ê Gulanê û 1ê Hezîranê de li navenda bajêr û li gundan çalakiyên cur bi cur li dar bixe. Her wiha ji bo daxwaza statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî dê li Derê Çiyê, Gazîler û Ofîsê stand bêne vekirin. Bernameyên li gund û navçeyan dê bi hevkariya şaredariyan bên lidarxistin.

Her wiha Şaredariya Peyasê jî dê di 21-25 û 30ê Gulanê de çalakiyên ji bo ziman li dar bixe.

Bernameya MED-DERê bi vî rengî ye:

“20ê Gulanê 2025an: Meş û daxuyaniya ji bo 15ê Gulanê
Cih: Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) Saet: 17:30

21ê Gulanan 2025an – Dîwana Dengbêjan
Mizgefta Mezin a Amedê
Saet: 16:00

24ê Gulana 2025an – Atolyeyên ziman û hişmendiyê
Gundê Çinarê Cobînî
Bi beşdariya jin û zarokan (bi Kurmancî)

25ê Gulana 2025an – Atolyeyên ziman û hişmendiyê
Gundên Pîranê
Panel – Gundê Himbêl
Atolyeyên zimên – Gundê Dibnê
Bi beşdariya jin û zarokan (bi Kurmancî)

31ê Gulana 2025an – Atolyeyên ziman û hişmendiyê
Gundê Licê, Goma Elî Keya (Bi Zazakî)

1ê Hezîrana 2025an – Atolyeyên ziman û hişmendiyê
Gundê Erxenî, Barbîn (Bi Zazakî)”

Bernameya Şaredariya Peyasê jî wiha ye:

“21ê Gulana 2025an
Şano: Pergal
Cih-Saet: Şanoya Bajêr a Amedê- 19.30

25ê Gulana 2025an
Helbestxwendin: Çîrûskeke helbesta Kurdî Rênas Jiyan
Cih-Saet: Eywana Xwendinê ya Arjen Arî (Li hemberî Şaredariya Peyasê) – 15.00

30ê Gulana 2025an
Dîwana Dengbêjan
Cih-Saet: Parkorman – 19.30 – 21.00”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.