
- Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameyên xwe yên amade kirine bi raya giştî re parve kirin.
Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameyek berfireh amade kirin û naverok û rojên bernameyê bi raya giştî re parve kirin. Di bernameyê de ji xebatên hişmendiyê bigire heta şanoyê, ji panel, semîner û forûmê bigire heta gotubêjan ji meş û daxuyaniyan bigire heta serdana dikandaran xebatên cûr bi cûr dê bên kirin. Bernameya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê wiha ye:
16'ê Sibatê roja Duşemê
Şaredariya Peyasê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Bazara li ber AVMya Ceylanlarê: Saet 11.00
Şanoya bi navê “Dek û Dolabên Scapen”
Cih/Dem : Çand Amed / Saet :13.00
(Tenê jin beşdar dibin)
Standa ji bo hişmendiyê
Cih/Dem : Ceylan AVM / Saet :17.00 -19.00
17'ê Sibatê roja Sêşemê
Şaredariya Rezanê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Kolana Aram Tîgran û Bazara wê: Saet: 13.00
Standa ji bo hişmendiyê
Cih/Dem : Herêma Saglik ocagi, navçeya Rezan / Saet :13.00 -15.00
Bi tevlibûna helbestvan Rênas Jiyan dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê gotubêjek bê kirin, helbest bên xwendin û pirtûk bên îmzekirin. Saet :15.30
18'ê Sibatê roja Çarşemê
Şaredariya Yenişehirê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Cadeyên Ekinciler û Gevranê.
19'ê Sibatê roja Pêncşemê
Şaredariya Sûrê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Cadeya Melîk Ahmedê
Standa ji bo hişmendiyê
Cih:Mizgefta Mezin /Sûr / Saet :12.00-15.00
Fîlm
Zimanê Dayikê- Serkew Mesgarî (Belgefîlm)
Xewna Bêziman- Mazlûm Baran (Kurtefîlm)
Cih: ÇandAmed, Saet :20:00
20'ê Sibatê Roja Înê
Ji UNESCO, Serokwezîr û Wezaretên Perwerdehiyê yên Navneteweyî re dê di pêşengtiya Meclisa Ziman a Zazakî re ji bo ku pêşî li windabûna zimanê Zazakî bê girtin name bên şandin.
Cih: Li Postaneya Sûrê ya Mezin Saet : 12.00-13.00
Şano: Hişê Min Tev Li Hev bû ( Ji bo zarokan)
Cih: ÇandAmed/ Saet : 11.00
Vekirina Parka Gulistana Zimanan
Daxuyaniya ji bo 21ê Sibatê
Cih/Dem: Parka Gulan Saet : 14:30
Stand up: Dawiya Dawî/Ozcan Ateş
Cih: ÇandAmed: Saet : 20:00
21ê Sibatê roja Şemiyê
Meş û Daxuyanî
Cih: DBP, Oryil, Rezan / Saet : 12.00
Panela bi navê “Zimanê Dayikê û Perwerde”
Dr. Yasemin Oral Saribaş: Zimanê Dayikê Çi ye? PaşxaneyaDîrokî ya 21’ê Sibatê û Îro
Prof. Dr Bulent Bilmez: Bi Rehendên Asoyî û Stûnî di ÇarçoveyaPirîneparêziya Zimanî de Zimanên Tirkiyeyê û Mafparêzî
Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salîm Orhan, Dr. Cuma Çîçek, Dr. Bahar Onguç
Cih: ÇandAmed Saet :13:30-15:30
15.30-15.45 Navber (Coffee-Break)
Forum: Zimanên di Bin Talûkeyê de
Dr. Ronayî Onen (Moderator: kurmancî), Denîz Gunduz (Kirmanckî), Firat Mercan (Ermenkî)
Îrfan Çagatay (Lazî), Salîba Açîş (Suryankî) , Emel Ozdemîr (Çerkezî), Mahîr Ozkan (Hemşînî)
Cih: Çand Amed, Saet : 15:45-17:15
Konsera Pirzimanî Mamoste û Şagirtên KonservatuwaraAram Tîgran Stranên bi kurmancî, kirmanckî, ermenkî û suryankî
Cih: Çand Amed: Saet: 20:00
22'yê Sibatê roja Yekşemê
Şano: Hişê Min Tev Li Hev Bû (Ji bo Zarokan)
Cih: Çand Amed/ Saet :13:00
Semîner ji bo malbatan
Cih: Çand Amed / Saet : 13.00
Helbestên Jinên Berxwedêr (xweser)
Cih/: Çand Amed / Saet :15.00
25ê Sibatê roja Çarşemê
Belgedayîna Şagirtên MED-DERê
Cih: Çand Amed / Saet : 17.30”
JINNEWS/AMED















