Zimanê Kurdî nîşaneya hebûna me ye

În 16 Gulan 2025 - 03:25

Komîteya Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Li hember siyaseta qirkirin û tunekirinê li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo hebûna xwe biparêze têkoşînên bêhempa dan meşandin û berdelên pir giran dan. 

Bi taybet li bakurê Kurdistanê gelê ku înkar, îmha û tunebûn li ser dihat ferzkirin, bi hêza ku ji çanda xwe ya qedîm digire bi pêşengiya Rêber Apo careke din rabû ser piyan û kefenê mirinê ji ser xwe avêt. Di pêşengtiya PKK’ê de bi keda hezaran şehîdên azadiya Kurdistanê hebûna gelê Kurd hat parastin û hat mîsogerkirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê di parastina hebûn, çand, nasname û zimanê Kurdî de erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi şêweyekî serkeftî pêk anî. Têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû kir! Zimanê Kurdî ne tenê zimanek e, ruhê gelê Kurd e. Zimanê me nîşaneya hebûna me ye û nirxê me yê herî pîroz e. Di nava xwe de çand û dîroka me ji windabûnê parastiye, zimanê me şertê hebûnê yê pêşîn e, keleha xwebûnê ya herî mezin e ku civaka me pê hatiye parastin. 

Perwerdeya bi Kurdî mafê herî rewa ye

Rêber Apo, asta pêşketina ziman wekî asta pêşketina jiyanê pênase dike û dibêje; ‘Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî bi pêş de biriye.’ Ziman beden e, çand beden e, li bedena xwe xwedî derkevin. Ji bo ku careke din tu hêz nekaribe gelê Kurd bixe bin “pencên qirkirina çandî” hişyarî di asta herî bilind de pêwîst dike. Her netew bi zimanê xwe heye. Çawa ku dar li ser koka xwe şîn dibin, gelê Kurd jî dê li ser zimanê xwe mezin bibe. Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî rewa û xwezayî ye, pêwîst e her kes xwedî lê derkeve û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî têkoşînê bilind bike. Di van demên dîrokî de, bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi rêzdarî û minet bejna xwe li ber tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê ditewînin. Weke Komîteya Perwerdê ya KCK’ê, em roja zimanê Kurdî li hemû gelê Kurdistanê, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz dikin."

Bi rihê demê ziman pêş bixin

Komîteya Perwerdeyê ya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kudî bi sernavê 'Em Perwerdeya Zimanê Kurdî bikin Bingeha Serketina Aştî û Civaka Demokratîk' daxuyaniyek weşand û wiha got:"Bi munasebeta roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi biryardariya ku xebat û perwerdeya zimanê kurdî bibe hîmê serkeftina banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO, ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mîr Celadet Bedirxan heya bi Viyan Amara û Zozan Fatimê em tevahî kedkar û mamosteyên nemir ên zimanê kurdî bi minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Her wiha em vê roja Cejna Zimanê Kurdî, di serî de dayîkên Kurd ên kedkar û parêzvanên esasî yên zimanê kurdî, li tevahî mamoste û xebatkarên zimanê kurdî yên bi baweriyek mezin li hemberî hemû êrîş û astengiyên siyaseta bişaftin û qirkirinê yên li ser çand û zimanê kurdî hatine sepandin bêhesab ked dane, li ber xwe dane û serê xwe li ber zilmê netewandine pîroz dikin û silav dikin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO re, weke gelê Kurd em ketin serdemeke dîrokî û girîng. Bi vê banga dîrokî re li ser esasê krîterên aştî û demokrasiyê weke giştî gelê Kurd û jinên Kurd em ketin qonaxeke nû ya xebat û têkoşîna pêşxistina mafên xwe yên ziman, çand û nasnameya neteweyî. Çawa ku 52 sal in di her qonaxeke zehmet û aloz de Rêber APO bi fikra welatê azad û civaka demokratîk wek gelê Kurd û jinên Kurd em gihandine firehiyê, bi heman awayî îro jî bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re zemînek nû ava kiriye ku qada perwerde û zimanê kurdî jî li ser bingeha hişmendiya bûyîna Neteweya Demokratîk, xebata pêşxistina zimanê dayîkê di her qada jiyanê de birêxistin bikin. Em bawer dikin, her kesê xwe berpirsiyar dibîne wê li gorî ruhê vê pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk, di her qada jiyanê de girîngiyê bide pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê û bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên avakirina civaka demokratîk komunal bibin. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Zimanê Kurdî li tevahî dayîkên Kurd û gelê Kurd pîroz dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.