Bernameya Enqere û Konyayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Sibat 2026 - 02:45

Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Enqereyê (ANKA-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê û Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya li navçeya Kulu ya Konyayê wê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakiyan li dar bixin. 

ANKA-DER, wê li Tum Bel-Senê çendek çalakiyan lidar bixe. Di 22’ê Sibatê saet di 15.00’ê de li stranên Kurdî bê guhdarîkirin. Piştre jî wê bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanên Gurcî, Lazî û Hemşînî pêşkeşî bên kirin. 

Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê jî wê di 16’ê Sibatê saet di 19.00’ê de li Navenda Çandê ya Necîp Fazil Kisakurek şanoya Kurdî, helbest, muzîk û gotûbêja bi Kurdî li dar bixe. Li gel Dayikên Aştiyê, her wiha wê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli jî tev li bibin.  KON KULTUR ku li Kuluyê xebatên xwe dike jî wê li avahiya komeleyê fîlmê Kurdî pêşan bide. Çalakî dê di 21’ê Sibatê de saet di 20.00’ê de bê lidarxistin.     

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.