Li Konyayê Kurd koçî Ewrûpayê dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Sibat 2026 - 01:15

Di dema Împaratoriya Osmanî de, Kurd ji Semsûr û Mereşê hatin koçberkirin û li Konyayê bi cih bûn. Her çend wan parastina nasnameya xwe domand jî, koça ber bi Ewropayê ve ku di salên 1950’î de ji ber sedemên aborî dest pê kir, paşê sedemên siyasî jî lê zêde bûn. Gelek Kurdên ku di salên 1990’î de, ji ber şewitandina gundan li Konyayê bi cih bûbûn, wan jî heman rê şopandin û berê xwe dan Ewropayê. Li navçeya Kûlûyê, ku di nav navçeyên Kurdî yên Konyayê de bi rêjeyên herî bilind ên koçberiyê dihat nasîn, li hin gundan hema hema kes nemaye. 

Malbata welatiyê bi navê Orhan Budakçi karê qehwexaneyê dike. Budakçi da zanîn ku berê nifusa gund zêde bû, lê piştre roj bi roj kêm bû û got:“Li gund ciwan neman. Tenê kal û pîr man û ew jî bêyî ciwanan nikarin li vir bimînin. Rojê 15-20 kes tên gund û ew jî saetekê li vir namînin. Havînan ev der baştir in, lê zivistanan kes namîne. Ciwan dema derfet bibînin berê xwe didin Ewropayê. Ji ber vê yekê kes xaniyan ava nake an jî nakire. Malbata min di salên 1820-30’î de ji Semsûrê koçî vir kiriye. Li vir mirovên ji Erzirûm, Mereş û gelek cihên din hene. Berê baş bû, dibistan tijî bûn, her der qelebalix bû; lê îro kes nemaye." 

Malbata Zelîha Ekîncî yek jî malbatên ewilî li gundê Celep bi cih bûye ye û diyar kir ku li gund kes nemaye û got:“Hinek ji bo perwerdeyê çûn û hinekan jî berê xwe dan Ewropayê. Berê nifûsa gundê me zêde bû û niha ev der wek zozanan bûne. Ev rewş mirov diêşîne. Li gund kes nema. 4 zarokên min li derveyî welat in. Neviyên min hene û wan jî dema betlaneyê dibinim.”

Niştecihê gund Ethem Ekîcî demekê li derveyî welat dimîne û piştre vedigere gund û got:“Ez li vir ji dayik bûm. Ez jî demekê li Ewropayê mam û piştre vegeriyam gund. Li vir jiyan zehmet e, lê dema mirov li cih û warê xwe be pirsgirêk kêmtir dibin.” 

Ji heman gundî Muhammed Çîftçî jî got:“Di salên 1960’î de, dema ku gelê me diçû derveyî welat, ew bi xeyalên xanî û wesayît bikirin diçûn. Ev rewşeke wisa ye ku divê were nîqaşkirin, nirxandin û analîzkirin. Çima wan hewcedarî hîs kir ku biçin hawîrdoreke wisa nenas, civakeke wisa nenas? Sedema bingehîn aborî bû. Ew pirsgirêkeke aborî ya cidî bû.”

Suleyman Ekîcî ji ber ku di salên 1990’î de li Mêrdînê gundê wan tê şewitandin neçar dimînin koçî vî gundî bikin û got:“Ez ji gundê Xirbe Keryanê ya navçeya Kerborana Mêrdînê me. Gundê me hat şewitandin û em hatin vê derê. Li gundê me kes nema, her kes çû Ewropayê û li gund ciwan neman. Li gund bi giştî 10 kes nemane.”

MA/KONYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.