Alozî dibe sedema koçberiyê

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:15

Rojnamevan Mervan Ozdemîr destnîşan kir ku aloziya li Herêma Federe ya Kurdistanê bûye sedema koçberiyê û got: "Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrariyê dibin sedema koçberbûna nifşekî ji welatên xwe."

Li Herêma Federe ya Kurdistanê di ser hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an a parlamentoyê de salek bihurî lê hêj hikûmet nehatiye damezirandin. Niha geşedanên ku dê bandorek demdirêj li ser herêmê bikin diqewimin, neavakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê jî bêîstîqrariyê gur dike.

Mervan Ozdemîr ê ku rojnamevanekî li herêmê ye, diyar kir ku têgihîştina atmosfera kampanyaya hilbijartinê ji bo fêmkirina çima hikûmet nehatiye avakirin pir girîng e. Ozdemîr rave kir ku li Hewlêr û Duhokê, ku PDK lê serdest e, li dijî kampanyayên hilbijartinê astengî çêkiriye, lê li Silêmaniyê, ku YNK jî lê bihêz e, hewl daye ku bi komkirina partiyên muxalefetê yên ji her mezinahîyê rêjeya dengên YNK’ê kêm bike. Ozdemîr diyar kir ku YNK’ê kampanyayek bihêz da destpêkirin û got: "Em ê rejîma otokratîk hilweşînin", lê ev gav serneket û PDK'ê desthilatdariya xwe winda kir. Herwiha Ozdemîr destnîşan kir ku muxalefeta li Silêmaniyê ya ji aliyê PDK’ê ve hatî rêxistinkirin û hewldana darbeyê ya li dijî serokê YNK’ê Bafel Talabanî jî bi vê ve girêdayî ye.

Ozdemîr, diyar kir ku PDK armanc dike ku bi rêya muxalefeta li Silêmaniyê, YNK’ê ji holê rake û li wir serdest be.

Ozdemîr diyar kir ku partî ji bo avakirina hikûmetê li benda hilbijartinên giştî yên Iraqê ne ku di dê di 11’ê Mijdarê de werin lidarxistin û partî bi hêviya bazarkirinê li ser bingeha encamên hilbijartinê û hilbijartinên serokatiyê tevdigerin. Ozdemîr, bal kişand ser encamên neyînî yên têkçûna avakirina hikûmetê û ev tiş got: "Gelê herêma Kurdistanê bi salan e mûçeyên xwe birêkûpêk wernagire. Têkçûna avakirina hikûmetê nîşan dide ku bernameyeke siyasî ya plansazkirî tune ye. Ji ber vê yekê, pêkhateyeke siyasî ku mafên gelê Kurdistanê li dijî Bexdayê biparêze derneketiye holê. Yek ji sedemên hemû pêşketinên neyînî, ji dagirkirina Herêma Kurdistanê bigire heta firotina petrolê û karmendên sivîl ku mûçeyên xwe wernagirin, têkçûna avakirina hikûmetê ye. Ev yek dibe sedema ku mirovên ku berê di gelek qirkirinan de koçber nebûne, koçber bibin."

Ozdemîr, bi bîr xist ku avakirina dîwarê di navbera Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de dest pê kiriye û got: "Parêzvanên Sînor ên Iraqê derbarê dîwarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti eleqeya wê bi Herêma Federe ya Kurdistanê re tune. Lêbelê, ev rastiyê nîşan nade. Parêzvanên Sînor ên Iraqê ji PDK'ê pêk tên. Ew in yên ku dîwar çêdikin. PDK dikare di gelek mijaran de Bexdayê bike dijber, lê dema ku hewldanek hebe ku birayên xwe yên ji sînorê Rojava xeniqînin bêdeng dimîne."

MA / ŞIRNEX / EMRÛLLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.