Koçberî bû nav û nasnameya wê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Îlon 2025 - 16:45

  • Dibistana Museb Bin Umeyer a li bajarê Til Temir ev çend sal in veguheriye navenda bi cihkirina koçberên Serêkaniyê. Malbatên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji serê kaniye koçber bûne, hatine bi cihkirin. 

Hacira 6 salî ya ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ku li dibistanê hatiye dine û hemû kêlî û bîranên koçberan jiyan kiriye. Hacira ku di hindirê dibisteke tijî koçber de çavên vekir heta niha wisa jiyan dike. Hacerê Ji dayîk, bav û koçberên di dibistanê de çirokên gundê xwe bihîstin û wêna bîranînên mala xwe nas kiriye.

Bavê Hacira biçûk, Ehmed El Şêx Salih ji bo debara rojane ya malbata xwe pêk bîne, di karê qalibên avahiyan û çimento de dixebite. Dayîka wê Fatma El Şêx Elî jî bi karên rojanê ên male re alaqadar dibe. Dayîka Hacerê kêliyên despêkê ya jidayîkbûna Hacir tîne bira xwe û dibêje Hacir di roja duyemîn a koçberiya di odeyek dibistanê ku tijî koçber bûn hate dine. Bêyî ewlekarî û nexweşxane peyda bibin Hacir çavên xwe ji dinyê re vekir.

Dayîka Hacir bi van gotinan bîranîna rojbûyîna Hacir vegotin: “Ez digiriyam, dema çêbû min lê meze dikir. Min ji xwe pirs dikir, dê çawa di şertên koçberiyê de mezin bibe. Ez ditirsiyam ji her tiştî bê par bimîne. Me navê wê ji ber koçberiyê kir Hacir (Koçber).” ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.