Aborî baş nabe

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Adar 2025 - 00:10

Welatiyên Konyayê bertek nîşanî krîza aborî û bihabûnê dan û gotin:"Heta ku dewlet gav neavêje û heta ku piyaseya serbest hebe, aborî baş nabe."

Bi hatina meha Remezanê re li Konyayê bihayên li bazarê her diçe zêde dibin. Li Bazara Şemiyê ya ku li navçeya Selçukluyê, welatî ji ber zêdebûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê gazinan dikin. Hem xerîdar û hem jî bazarvan diyar kirin ku şert û mercên aborî her ku diçe dijwartir dibin û divê pirsgirêka buhabûnê bê çareserkirin. 

Muharrem Yarimca anî ziman ku ew teqawîtbûyî ye û diyar kir ku kesên teqawîtbûyî di nav beşên ku herî zêde ji buhabûna bandor dibine. Muharrem Yarimca destnîşan kir ku ji bo kesekî teqawîtbûyî li bazarê tiştekî ku bixwaze bikire zehmet bûye 

Doguş Şîmşek ê 15 sal in li bazarê dixebite diyar kir ku heta mantiqa bazara serbest di meriyetê de be, aborî nikare pêş bikeve. Doguş Şîmşek diyar kir ku meha Remezanê jî veguheriye firsendekê û got:"Heta ku dewlet gav neavêje û heta ku piyaseya serbest hebe, aborî baş nabe."

Welatiya bi navê Aliye Dogan jî wiha got: "Bi rastî fiyet gelekî biha ne. Ez nikarim bi sala par re bidim ber hev. Zêdebûnek pir zêde heye. Dema hatina Remezanê fiyet zêdetir dibin. Rewşa me pir xerab e, êdî em nikarin tiştekî bikirin. Pêwîst e dewlet piştgiriya cotkaran bike û destekê bide hilberîna xwemalî. Tenê bi vî rengî dikare baştir bibe. Cotkar nayên destekkirin û peydakirina berhemeke herêmî pir zehmet e."

Meral Berk jî anî ziman ku gel ji ber enflasyona ku her diçe zêde dibe bêzar bûye û wiha got: "Niha tişta ku em dixwazin bikirin pir biha ye. Biha pir zêde ne û roj bi roj zêde dibin. Mînak meha borî kîloya mûz 30-40 TL bû, vê mehê 70-80 TL ye. Fiyet encax bi bertekên gel dikarin kêm bibin."

MA/KONYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.