Nikarin cejnê pêşwazî bikin

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 02:50

Jinan diyar kirin ku cejna qurbanê tê lê bi îkramiyeyê nikarin hîn şekirê cejnê bigirin û gotin:"Her meh em zêdetir mexdûr dibin. Niha cejn tê. Ji ber vê yekê em weke kesên teqawît şert û mercên wekhev dixwazin."

Ji ber ku li Tirkiyeyê krîza aborî kûrtir dibe, debara jiyana jin, xwendekar, karker, kedkar û teqawîtbûyî her ku diçe dijwartir dibe. Bi nêzbûna cejnê re bi taybetî jî teqawit li benda ikramiyeyê dimînin. Kesên teqewit bertek nîşanî nêzikatiya îktîdarê didin û dibêjin îkramiye ne bi xêra xwe didin û mafê wan e. 

Jinên teqawîtbûyî li ser rewşê axivîn û bal kişandin ser daxwazên xwe. 

Têra kirîna şekir nake 

Endama Sendîkaya Teqewîtan (Tûm Emeklî Sen) Fatma Kalyan, diyar kir ku daxwaza wan a bingehîn têkoşîna sendîkayan e û got ew dixwazin mafên xwe yên sendîkayî yên teqawidbûyî bi kar bînin. Fatma Kalyan, anî ziman ku bi taybetî di nexweşxaneyan de pirsgirêk tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roj bi roj buhayê dermanan zêde dibe. Her meh em zêdetir mexdûr dibin. Niha cejn tê. Dê niha îkramiye bidin lê ev îkramiye têra kirîna şekirê cejnê nake. Ji ber vê yekê em weke kesên teqawît şert û mercên wekhev dixwazin."

Em dixwazin bijîn

Mamosteya teqawîtbûyî Asiye Yagan jî derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn. Zarok birçî diçin dibistanê û gel bi zehmetî debara xwe dike.  Zarok birçî radizên, nikarin xwarinên saxlem bixwin. Ceyran, av, gaza xwezayî, telefon, pirsgirêkên tenduristiyê hene. Em dixwazin bijîn."

JINNEWS/ÎZMÎR/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.