Li Bexdayê xwepêşandan

Duşem 9 Sibat 2026 - 03:30

Li Bexdayê dikandar û bazirganan li dijî sepandina baca nû ya gumirgê ku ji aliyê hikûmetê ve xistiye meriyetê, dest bi xwepêşandanê kirin. Dikandaran dikanên xwe nevekerine û bazar girtî mane. Odeya Bazirganên Iraqê jî bi daxuyaniyekê bang li tevayî bazirgan û xwediyên kar kir ku tevlî greva seranserî bibin û bazaran girtî bihêlin. Li gor daxuyaniya Odeya Bazirganên Iraqê, wê pêngava girtina bazaran heta demek nediyar berdewam be. Li gorî xwepêşander dibêjin, ev baca nû bûye sedemê sistbûna kirîn û firotina kelûpelan û ziyanek mezin bi bazaran gihandiye. Xwepêşander diyar dikin ku wê xwepêşandanên wan bidomin heta ku aliyên peywendîdar bersiva wan didin û çareseriyek guncaw ji bo pirsgirêkên wan dibînin. Biryare Dadgeha Bilind a Federal ya Iraqê li ser giliyên ku li dijî sepandina vê baca nû ya gumrikê hatine kirin, bicive û biryar bide.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.