Hêza me ya girtina komirê tuneye

Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:41

Bi hatina zivistnaê re jinên li dijî sermayê sobe danîn, diyar dikin ku ji bo komkirina êzingan zehmetiyan dikşînin û wiha gotin: “Ev der sar e. Em sobeyê li odeyekê datînin. Odeyên din sar in. Komir pir biha ye. Hêza me ya girtinê tune ye. Ji neçarî em wisa xwe germ dikin.”

Bi hatina zivistnaê re jin li dijî sermayê amadekariya hewaya sar dikin, ji ber bihabûna komirê, êzingan stok dikin. Tona komirê di navbera 9-11 hezarî de diguhere. Gaza xwezayî hîna neçûye gelek herêman. Fatureyên gaza xwezayî jî di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezar û 500 lîrayî de diguhere. Malbatê nikarin vê bidin jî sobeyê datînin û bi êzingan xwe germ dikin. Lê sobe jî piranî li odeyekê tê danîn û cihên din germ nabin.

Li gundê Bîçer ê navçeya Sîvrîhîsar a Eskîşehîrê hêj xeta gaza xwezayî tuneye. Mirovên li vir ji bo zivistanê diçin darên hişk ên li cihên bilind û dora çeman kom dikin. Ji bo barkirina van êzingan zehmetiyek mezin dikşînin.

Jinan der barê mijarê de nirxandin kirin.  

Berfo Gungurur da zanîn ku ev sê roj in ji bo komkirina êzingan tên vir û got ji bo sotemeniyê wê bikar bînin. Berfo Gungor wiha anî ziman: “Em pir zehmetiyan dikşînin. Zarokên min êzingan dibirin. Em jî kom dikin bi tratkorê tînin malê. Zivistanê ev der sar e. Em sobeyê tenê li odeyekê datînin. Odeyên din cemidîne. Komir biha ye. Em nikarin bigirin. Ji neçarî em tên êzingan kom dikin.”

Berfo Gungurur wiha dirêjî dayê: “Gaza xwezayê hebûna jî me nikaribû bikar bianiya. Fature zêde tên. Sobe jî ne paqije . Koz, duman, ax. Pir zehme te. Odeyek tenê germ dibe. Zivistan sar e. Tona komirê 8-9 hezar e. Ji ber vê em zehmetiyan dikşînin.”

Seher Gungurur jî da zanîn ku ji bo êzingan kom bikin evqas rê diçin û wiha anî ziman: “Em ji dora çeman tînin. Em dibirin. Butçeya me têrî komirê nake. Em sibehan zû radibin. Zarok diçin dibistanê. Em li sewalan dinêrin. Hewa sar e. Em sobeyê datînin. Odeyên din sar in. Gaz hîna li gundê me tuneye. Êzing li gorî sotemeniyên din erzantir e. Lê zehmetiya wê zêde ye.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.