Pêdivî bi hiqûq û wicdana civakî heye
Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:48

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) Parêzer Burcu Şeber li ser sansur û sînordarkirinên li ser çapemeniyê ku bi êrîşên li ser Rojava dest pê kirine şîrove kir.
Burcu Şeber diyar kir ku piştî geşedanên li Sûriyeyê ji 6'ê Çileyê û vir ve û êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran, di nav de Wan, Riha û Amed, meş û civînên çapemeniyê yên girseyî hatin lidarxistin û di vê heyamê de rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi zextên cidî rû bi rû man û got:"Di demên dawî de, gihîştina hesabên kesane an ajansî yên gelek rojnamevanan, wekî Ajansa Mezopotamya, JINNEWS û rojnamevanên serbixwe Rûşen Takva û Neşe Îdil, gelek caran hatiye astengkirin. Mixabin ev rewş bûye sîstemek." Burcu Şeber, destnîşan kir ku hincetên biryarên ku ji hêla Dadgehên Ceza û Dadgehên Sulhê ve di dozên ku ew di van demên dawî de dişopînin de hatine dayîn, tu sûcdariya sûc an şîrovekirina qanûnî tê de tune ne û got:"Ji ber ku bûyerên nû li Tirkiyeyê bi berdewamî diqewimin, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan dixwazin wan bikin rapor. Lêbelê, mixabin her rapora nûçeyan û nûçeya vîdeoyê bi rengekî pir keyfî bi sînorkirinên gihîştinê re rû bi rû dimîne."
Hesaban bi zanebûn digirin
Burcu Şeber, bal kişand ser rewşa pir cidî û destnîşan kir ku lêkolînek ji hêla Platforma Rojnamegeriya Daneyên Serbixwe ve hatî kirin jî ev rewş bi daneyan eşkere kir û got:"Rapora ku hefteya borî hat weşandin îstatîstîkên pir balkêş eşkere kir.Ya ku bi rastî balkêş e ev e ku hejmara giştî ya şopînerên van kes û saziyan ku gihîştina wan hat astengkirin 640,000 e û nêrînên wan bi kêmî ve 242 milyon in. Em dibînin ku hesabên ku digihîjin temaşevanên 242 milyon bi zanebûn hatine girtin."
Porê hunandî sembola azadiyê ye
Burcu Şeber, destnîşan kir ku bi awayekî zelal tê dîtin ku di demên dawî de êrîşên li ser Rojava nayên ragihandin û diyar kir ku encamên civakî yên tiştên ku diqewimin pir giran in û got:’’Piştî ku porê honandî, ku sembola serxwebûn, azadî û berxwedana jinan e di dema êrîşên çeteyên HTŞ û hevkarên wan ên li Rojava de bû, hat qutkirin. Porê honandî sembolek e ku azadî, berxwedan û serxwebûnê îfade dike. Ew sembola azadiya hemû jinan bi giştî û jinên Kurd bi taybetî ye. Dîsa, wekî ku me li ser medyaya dîjîtal jî şopand, hemşîreyek tenê ji ber ku porê xwe honandibû lêpirsînê derbarê wê de dest pê kir. Ji bo vê yekê bingehek qanûnî tune ye. Tiştê ku em hewce ne ne zext e, lê belê aqil, qanûn û ya herî girîng jî, wijdanê civakî ye."
JINNEWS/BUŞRA TÛRAN















