Derbasî pêvajoya demokratîkbûnê dibin

În 5 Kanûn 2025 - 03:40

Prof. Dr. Levent Koker diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştine qonaxeke girîng û got:"Bi çareserkirina vê pirsgirê re, Tirkiye dê bikeve pêvajoya demokratîkbûnê." Prof. Dr. Levent Koker, anî ziman ku ji bo pêvajo di asta ku gihaştiye de pêş bikeve pêdivî bi verastkirinên hiqûqî heye û destnîşan kir ku di sepandina pergala hiqûqî ya heyî de hin kêmasî hene û got:“Bi taybetî biryarên dadgehan ên ku nehatine bicihanîn hene. Divê ew tavilê bên bicihanîn. Ji bo ku pêvajo ji niha û pê ve pêş bikeve, Serokwekîlê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokomariyê Mehmet Uçum, balê dikişîne ser pêkanîna verastkirineke hiqûqî ya taybet ji bo pêvajoya veguhêziyê. Bêguman, Tevgera Azadiyê ya Kurd a ku xwe fesix kiriye jî, daxuyaniyeke bi vî rengî da. Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd de jî hat destnîşankirin ku pêdivî bi avakirina hiqûqeke veguhêz heye. Bi rastî, pêvajo di vê qonaxê de hinekî girtî maye. Komîsyonê civînek girtî li dar xist, nexasim di der barê serdana Abdullah Ocalan. Wan bi tevahî rave nekirine ka ew ê çi bikin, pêdivî bi zelaliyê heye.”

Pêwîstiyên hiqûqî divê pêk bên 

Koker, diyar kir ku divê hin vererastkirinên qanûnî bên kirin û got, pêwîstiyên qanûnî yên der barê entegrasyona demokratîk de divê bên bicihanîn. Koker, destnîşan kir ku divê rê li ber berdana kesên girtî û vegera kesên li derveyî welat bo Tirkiyeyê were vekirin û got:“Girtiyên nexweş ên di girtîgehan de divê tavilê bên berdan. Li gel vê yekê, li girtîgehan Lijneya Îdarî û Çavdêriyê heye. Ev sazî ya ku dema tehliyeya girtî tê dema înfaza wan dirêj dike. Em gelek mînakên van biryaran dibînin ku keyfî ne. Di gelek qanûnan de, bi taybetî pênaseya 'terorê' ya di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de, xalên ku binpêkirinên mafan çêdikin hene. Pêwîst e pênaseya terorê bi awayekî ku di warê hiqûqî de tu cudahiyê çêneke û binpêkirina mafên mirovan neke, bê sînordarkirin.”

Hiqûqa veguhêz divê 

Koker diyar kir ku di vê qonaxê de divê çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyên wê yên tundî û çekdarî were derxistin û li şûna wê demokratîkbûn pêk were û ev yek hevrûbûna bi raboriyê re û nexasim hevrûbûna bi xetên dewletê bi xwe re, pêwîst dike û got:“Di dîrokê de der barê berpirsyarên binpêkirinên mafan ên li dijî Kurdan de, polîtîkayeke bêcezakirinê ya pir cidî û demdirêj heye. Ji bo bidawîkirina vê polîtîkayê jî pêwîst e hevrûbûna bi raboriyê re bê kirin. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê were naskirin, pirsgirêka rêveberiyên herêmî heye. Di daxuyaniyên ku îro ji aliyê qesrê ve tên dayîn de, li şûna ku rêveberiyên herêmî bên xurtkirin, berevajî wê, behsa projeyeke ku van rêveberiyan di yek desthilatê de kom dike û di bin wê de rêxistin dike, tê kirin. A rast me hemû tişt gotin, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina komareke demokratîk tiştek nemaye ku me nekiribe. Lê ya girîng piştî ku em beşa çekdariyê bi vê hiqûqa veguhêz ve çareser bikin, em ê careke din vegerin van mijaran. Bi çareserkirina vê meseleyê re, Tirkiye wê bikeve pêvajoya demokratîkîbûnê. Ev jî bi hiqûqê dibe. Ji ber vê yekê, em ê pêşî bi hiqûqa veguhêz dest pê bikin, paşê jî em ê ber bi çareserkirina stûnên sereke yên pirsgirêka Kurd, wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, pirsgirêka xweserî û mafên çandî ve biçin. Bêyî çareserkirina van pirsgirêkan, demokrasî û hiqûq nayên Tirkiyeyê. Em di qonaxeke krîtîk de ne, em bi kelecanî ne û li gorî çavdêriya min wê vê carê tiştek çêbibe.”

MA/UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.