Di Mijdarê de 23 jin hatin kuştin

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:37

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê 23 jin û 3 zarok hatin kuştin û 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.  

Polîtîkayên bêcezahiştinê, gotinên îktîdarê û pergala serdest a mêr her roja ku derbas dibe dibe sedema jin û zarokan. Her wiha kuştin, destdirêjî û tundî bi rêbaza darazê tên veşartin. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin kuştin. Bêtir ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin. Her wiha 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.  

Li Stenbolê 4, li Bursayê 2, li Erziromê 1, li Aksarayê 1, li Kirklareliyê 1, li Edîrne 1, Li Îzmîrê 2, li Amedê 1, li Qersê 1, li Kayseriyê 3, li Antalyayê 1, li Dîlok’ta 1, li Enqerê 1, li Bîlecikê 1, li Mêrsînê 1 û li Xarpetê ji jinek hat kuştin. 

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN / YEŞÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.