Ji bo tundî kêm bibe derfeta aborî divê

Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:18

Lêkolînera derûnî Şehên Omer li ser tundiyê wiha got: “Berê tenê tundiya fîzîkî wek tundî dihat zanîn, lê belê niha gelek cûreyên tundiyê yên wek siyasî, zagonî û civakî hene.”

Ji ber guherîna şêwazê jiyanê û pêşketina teknolojiyê, tundî û şêwazên tundiyê jî hatiye guhertin. Niha tundiya herî zêde tundiya elektronîk e û li pişt wê jî jin tundiya aborî dibînin.

Lêkolînera derûnî Şehên Omer got: “Divê em rêyên çareseriyê bibînin. Gelek cûreyên tundiyê hene. Berê tundiya fîzîkî wek tundî dihat zanîn, lê belê niha tundiya zagonî, siyasî û civakî heye û tundiya aborî jî cûreyek din e. Nehatina mûçe ya di dema xwe de û nebûna derfetê kar sedemê zêdebûna tundiya aborî ye, divê hevsengiya malbatê hebe da ku tundiya aborî dernekeve.”

Şehên Omer wiha domand: “Rewşa aborî wisa kiriye ku tundiya aborî zêde bibe. Bendewariyên malbatan ji hev zêde bûye. Li aliyê  din bandora teknolojî û medyaya dijîtal, her wiha guherînên bi lez wisa kiriye ku civak nikarin hevseng bibin û malbat jî nikarin vê nehevsengiyê hilbigrin. Hêvîdar im girîngiyê bidin aboriya civakê û hê zêdetir xebat bê kirin da ku tundî kêm bibe.”

NÛJINHA/HELEBCE/MIHRÎBAN SELAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.