
- Berxwedana Kela Dimdimê di dîroka gelê me de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsîn û ji ber vêna jî di ser re çarsed salan zêdetir boriye hê jî nehatiye jibîrkirin û wê ji bîr nebe jî.
YAŞAR ASLAN
Dimdim û berxwedana wê ketiye bîr û hiş, dil û hinavê gelê me. Bûye bîr û bawerî di helbest, çîrok, stran û destanan de û îro jî di berhemên nûjen ên weke şano, roman û hwd. de dijî. Desthilatdarên dijminên gelê kurd xwestine vê bûyera dîrokî reş bikin, li gorî xwe binivîsînin, berevajî bikin. Li gel van hemû kirinan, rastiya dîrokî winda nebûye, nehatiye jibîrkirin. Navê Kela Dimdimê di nava gelê me de, heta dawiya dawî navê berxwedan û ji bo nirx û hebûna xwe serhildan e. Ev berxwedana dîrokî bi sê awayên cuda hatiye gotin û vegotin. Li gorî lêkolînên me, bi puxteyî be jî ez dixwazim van her sêyan pêşkêş bikin.
1. Rastiya Bûyera Kela Dimdimê:
Kela Dimdimê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Li herêma Tergever, Mergever, Biradost û Şino gelê wir li hembêrê zilm û zora Safewiyan li ber xwe dane, serî hildane; ji 1608'an Piştî Zayînê heta 1610'an ji du salan zêdetir ev berxwedan dom kiriye. Di dîrokê de bi navê Kelaha Berxwedêr Dimdim cih girtiye. Dimdim Kelayek qewîn û li ser çiyayên bi zinar û kendal li lûtkeyên di nava Tergever û Mergever de hatiye avakirin. Tê gotin ku di rûpelên dîrokê de hêj di dema Asûriyan de ev kela hebûye û di parastina sînoran de cih û peywir girtiye. Sedema navê ‘Dimdim’ danê jî li gorî riwayetê, gava kela çêkirine ji serê sûren wê kevir ji jor ve digindirin an jî dikevin kendalên bêbinî; dengê ‘dimbil dimbil’, ‘dim dim’ derdikeve. Ewqasî kendal kûr in û mirov ditirsîne an jî ji bo parastinê qewîn e meriv jê heybet digire. Dibêjin bila navê wê ‘Dimdim’ be.
Di serê salên 1600'î de herêma ku Dimdim lê ye rawestgeha kerwanan û bazirganan e û Emirxanê Çengzêrîn serdarê wê ye. Di nava du hêzên desthilatdar Împeratoriyên Osmanî û Safewiyan de siyaseta dengeyê dimeşîne. Hin dibêjin Emirxan, navloka (leqeba) ‘Çengzêrîn’ ji destvekirîbûn, merdaniya xwe girtiye, ne yekdest e; hin jî dibêjin ji ber ku di şer de çengek xwe winda kiriye bûye xwedî çengeke zêrîn. Ji her du gotinan jî em fêm dikin ku herêm, kela, dewlemend û biadan e. Û ji ber vêna jî gef û êrîşên Safewiyan çûne ser.
Di demeke ku nava Emirxanê Çengzêrîn bi Osmaniyan re xweş e, Şahê Safewiyan Abbasê 1'emîn (1587-1629) ferman ji Emirxanê Çengzêrîn re dişîne ku bê şert û merc Kela Dimdimê radestî Safewiyan bike. Herêm, navendeke bazirganî, warek biadan e û di hêla leşkerî de jî stratejîk e. Emirxan, Kela Dimdimê ji nuh ve ava kiriye, qewîn kiriye. Şîretdar û şêwirdarên Şah Abbasê 1'emîn di guhê wî de dixwînin ku Emirxanê Çengzêrîn jî bo Safewiyan tedbîrê digire, bi Osmaniyan re hevalbend e. Ji Şah re dibêjin “De ka Kelayê bixwaze ku got ‘nadim’ ev nîşaneya hevalbendiya Osmaniyan û serhildanê ye.” Jixwe ku Xanê Çengzêr Kela Dimdimê nede wê bibe sedema destpêka şer û dagirkirînê.
Nava Xanê Çengzêrîn û Şah xweş e. Heya wê demê bi siyaseteke zanayî di şer û pevçûnan de çûye alîkariya Şah jî. Li qesra Safewiyan ozbekî û turkmen zêde dibin, dixwazin kurdan tasfiye bikin. Ne gengaz e ku Emirxanê Çengzêr ked û xwêdana xwe, Kela gelê xwe ya ku bi zor û zehmetî jî nuh ve ava kiriye radestî Şah bike.
Şah Abbasê Tebrîzî di rûpelên dîrokê de bi zordarî, qatlîambarî û zikreşiya xwe ve tê zanîn. Kurê xwe yê mezin Sofî Mirza bi serfermandarê xwe Behbûd daye kuştin. Piştî wê Behbûd daye kuştin. Her du kurên xwe yên din çavên wan daye derxistin, dest avetiye neviya xwe Fatma û dûvre fetisandiye. Mirovek, desthilatdarekî xwînxwar e. Bi xwînxwarî û hovî, bi hêzên mezin êrîş biriye ser herêma Biradost û der û dora wê. Artêşa Safewiyan 3-4 seferên giran anîne ser Kelayê. Êrîşên di bin fermandariya Qulî Xan, Huseyîn Xan û Serdar Xan de çêdibin, herêm di qirkirinê de derbas kiriye. Di 1610'an de Kela dawî Dimdim jî dikeve û berxwedan bi dawî dibe. Hêza Safewiyan zêde ye. Ozbek, turkmen, celaliyên (kurd-tirk) ji Osmaniyan reviyane û ketine bin baskên Şah û kurdên xwefiroş ên di nava kelayê de jî alîkarî dane Şah.
Du salan zêdetir Kela Dimdimê li hemberî hêzeke wusa mezin, bi qewet li ber xwe daye. Du salan zêdetir bi hemû hêza xwe ya giran Împeratoriya Safewî êrîş kiriye û bi ser neketiye. Berxwedêran di nava du salên zêdetir de curbicur taktîkên şer xebitandine. Carinan ji kelayê derketine li derve kemîn avêtine, êrîş kirine, derb li hêzên Şah xistine, Artêşa Safewiyan tarûmar kirine. Carinan av-hewaya sar û cemed, zivistan, carinan jî germ û bêavbûnî, havîna dikelîne-diqelîne weke leşkerekî dijwar li hemberî êrîşkaran xebitandine. Dilêrî û lehengiya berxwedêran, Xanê Çengzêrîn di nava gel de deng daye û bûye helbestên destanî:
“Xan Dimdimo,
Xan Dimdimo...
Çengzêrîno!”
Heya îro olan daye. Kela ketiye deng daye, mêr miriye nav maye.
2. Kela Dimdimê di Çîrok, Helbest, Destanên Efsanewî de:
Nivîskar û lêkolîner Ordîxanê Celîl lêkolînek hûr û kûr kiriye di zargotina kurdî de di derbarê Kela Dimdimê û Xanê Çengzêr versiyonên ku cuda hatine gotin berhev kiriye. Ji Kafkasyayê heta Başûr, Rojava û çi hebe ew, di pirtûkekê de kom kiriye. Di van versiyonên çîrok û stranan de cuda cuda vegotin, gotin, nav û hwd. hene. Bes, tiştek hevpar ev e; lehengiya gelê Kela Dimdimê, egîdiya Xanê Çengzêr û zulimkariya Şah Abbasê Safewî ye. Jina kurd di kesayetên dayik, hevjîna Xanê Çengzêr û jinên ji bo radest nebin xwe feda dikin, bi pesn û bal ristek sereke digirin.
Xanê Çengzêr, li Girê Gozanê bi zor û zehmetî Kela xwe ava dike. Di kela çar bircî û du derî de rêkên veşartî, alole (labîrent), çemê binerd (kanî û sarnicên avqeşayî) hene. Şah Abbasê çavnebar kelehê dixwaze. Emirxanê Çengzêr li ber xwe dide, şer dike. Bi caran êrîş tên ser kelehê. Kela nakeve. Sîxur û xayînê heram Mahmûdê Merekanî cihê cokên avê nîşanî dijmin dike. Berî ku kela bikeve diya Emirxanê Çengzêrîn Guher Xanim bi barûdê bi teqînek mezin xwe û kelayê pev re îmha dike, radestî dijmin nabin.
Di versiyonek din de, Xan Evden yekî Colemergî ye, şivanê revoyê hespan e. Di êrîşek li hembêrî Şah Abbas ya li ser havîngêha wî de ew parastiye jiyana wî rizgar dike. Di wî şerî de destekî xwe ji çeng de winda dike. Şah çengekî zêr jê re çêdike. Xan Evden ji wê rojê ve wekî Xanê Çengzêrîn tê binavkirin. Ji Şah Abbas erdekî qeysî çermê ga dixwaze. Daxwaza wî tê qebûlkirin, ew jî çermê ga tîştişî dike, weke werîs dirêj dike û dihêle erdekî fireh bi dest bixe. Li ser wir kelayekê ava dike. Kela bi dewlemendî û bazirganiya xwe nav û deng dide. Xêrnexwaz û zikreş fitneyê dixin nav Şah Abbas û Xanê Çengzêr. Şah kelayê dixwaze û şer û berxwedan dest pê dike.
Di van cuda awayên vegotinên dîrokî de geh bandora farisan geh yên herêmî geh jî yên osmanî meriv dibîne. Carinan jî hostatiya hozan û vebêjan tê de heye. Mîsal ew şibandina çermê (postê) ga di Destana Aineas ya Virgilius de jî derbas dibe û di vegotina vê mînaka dawî jî de heye. Ji ber ku Destana Aineas kevntir e, yên gotine dê ji wir girtibin. Di çîrok û çîvanok, stran û helbestên gel de tişta herî girîng lehengî û berxwedêriya Kelehê di pêş de ye. Ev yeka hanê berxwedêriyeke çanda gel e jî. Birdoziya fermî ya Safewiyan li gorî xwe dîrokekê dinivîsine; serdest, rastiyan diguherînin. Derew dibin rastî, rastî dibin derew. Gelê me jî ji dev gîhandiye dev û di dil û hiş de hiştiye; berxwedana Kela Dimdimê bi awayekî destanî, efsanewî aniye îroj.
3.Di Lûxat û Qeydên Safewiyan de:
Zana û nivîskarê nemir Apê Mûsa Anter digote “Di lûxata zaliman de navê kuştina me paqijî ye.”Hemû zordarên ku gelê me tune kirine ev rêbaz xebitandine. Safewiyan jî wusa kiriye. Di dema Şah Abbasê Yekemîn de nivîsevanê (Katibê) wî Îskender Begê Turkmenî di heman demê de nivîsevanê ‘dîrokzanêkî’ jehatî ye jî. Ji bo Şah Abbas dîroknameyek bi nav û deng nivîsiye. Îskender Begê Turkmenî jî weke her kurtêlxur û hestîkujên îroyî ‘dîrokzanên’ sadiq ê efendiyê xwe di dîroknameya xwe de pesn û mezinahiya Şah gotiye.
Li gorî bejwendiyên Safewiyan bûyera Kela Dimdimê jî xistiye nava rûpelên dîroknameya xwe. Emirxanê Çengzêr, li gorî nivisîna wî, xulamê Şah bû. Şah; mal dayê, milk dayê, leşker dayê... Demek derbas bûye Xanê Çengzêr li Dimdimê dewletbûna xwe îlan kir, baca xwe neşand, bi osmaniyan re di têkiliyê de bû. Şah Abbas jî Emirxan re şande şandin ku li hev bên. Emirxan êrîşî şandeyê kir ew qetil kirin. Piştî wê Şah hêzen xwe da serhev û Kela Dimdimê tarûmar kir. Zar û zêçên wî, jin heta bazara Ozbekistanê birin, hatin firotin.
Di pirtûka xwe de Îskender Begê Turkmenî her çiqasî aligirî û berdevkiya Şah Abbasê yekemîn dike jî, hovîtî û qatlîamkariya li ser gelê herêmê û lehengiya Emirxanê Çengzêr jî nivîsiye. Belê, hewcedarî heye ku em bi destê xwe dîroka xwe ji dûajoyên xwe re binivîsinin. Weke di gotinek pêşiyên Afrîkayiyan de tê gotin: “Heta ku şêr çîrokên xwe nenivîsînin dê nêçîrvan her dem lehengê çîrokê bin.”
Em çiqasî ji berxwedan û serhildanên xwe ders derbixin û li gorî wê vîn û evîna xwe ya azadiyê qewîn bikin em ê ewqasî karibin bi ser bikevin.
Ji ber wê ruhê Kela Dimdimê, kela ku heta heya li ber xwe dide, divê her û her bi me re be.







