Li Bexdayê çalakiya Rojava

Şemî 24 Çile 2026 - 01:45

Li Cadeya Mutenebî ya Bexdayê komek çalakvan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kombûn. Belavok belavkirin û daxuyaniyek li ser metirsiya li ser Rojavayê Kurdistan û Iraqê dan.

Li ser navê çalakvanan Şirovekarê Siyasî Subhî Bedrî daxuyaniyek xwend û got: “Em wek Însiyatîfa gel a ji bo parastina Iraqê, bi fikarek zêde bang li raya giştî, navxweyî û herêmî dikin ku pêşhatên metirsîdar yên li Sûriyeyê wê bandorek nerênî li ser ewlehî û aramiya Iraq û herêmê bi giştî çêke. Pêwîste civaka navdewletî û aliyên peywendîdar berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û yasayî ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê bicih bînin. Pêwîste hikûmeta Iraqê tedbîrên ewlehiyê li seranserî sinorê li gel Sûriyeyê bigre û bihêz bike. Pêwîste hewldanên herêmî û navdewletî yên ji bo rûbirûbûna van metirsiyan zêdetir bike.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.