Li Îranê bêhêvîtiya ciwanan
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:12
Hesta bêhêvîtî, bêkarî û bêdadiyê, ciwanên Îranê dorpêç kiriye û wan ber bi koreriyeke civakî û psîkolojîk ve dibe. Êdî hêviya têkildarî siberojê, li welat bûye hestek giranbuha û gelek kêm tê dîtin.
Bêhêvîbûn yek ji krîzên herî mezin e ku nifşên ciwan li Îranê dijîn e. Ev nifşê ku diviyabû enerjî û kêrhatiyên xwe ji bo pêşeroke baştir xerc bike, di nava bêdengiyeke kûr û bêhêvîtiyê de ye. Gelek ciwanên ku bi salan ked didin û ji bo xwe cihekî nedîtin, îro di nava xeyal û rastiyan de xwe asêmayî hîs dikin. Li aliyekê bêkarî û aboriya sekinî, li aliyê din krîzên siyasî û civakî, hêviya guherînê gelek kêm kiriye.
Endezyara înşaetê Agrîn M. a 28 salî, çîroka gelek ciwanên Îranê wiha tîne ziman: “Min heta lîsansa bilind xwendiye, ji bo karekî baş bibînim, çi ji min hat min kir lê belê ji bo jinan dîtina kar gelek zor e. Ger were dîtin jî mûçeyê wê gelek kêm e. Bi salan e dikevim gelek ezmûnan lê belê girtina karan ji bo yên xwedî kotaya taybet bû. Di şîrketên teybet de yan mûçe kêm in an jî di dema xwe de nayên dayîn. Di heman demê de piranî ji wan mêran tercîh dikin. Ez xwe ji bo civakê bê fêde hîs dikim. Piştî xwendinê di malê de rûniştin gelek bi êş e lê belê dîsa jî hêza min a hewldanê nemaye.”
Bêedaletî birînek bêdeng ku digihîje kûrahiya civakê ye. Ev hest, di kes de hîsa bê nirxbûnê ava dike û bi taybetî di nava ciwan û jinan de her diçe belav dibe. Kovîn A. wiha got: “Ji bo jinan hêvîkirin êdî bûye luksek. Ger mirov evqas bêedaletiyê bibîne ne gengaz e ji jiyanê re bibêje xweş e. Divê jiyan were guherîn.”
Di salên dawî de bijîşk, hunermend, werzîşvan û akademîsyen di nav de, bi hezaran ciwanên xwedî zanabûn welat diterikînin. Li gorî daneyan, Îran di nava 10 welatên destpêkê ku di dinyayê de ‘koça mejî’ dijîn de cih digre.
Îro nifşê ciwan ê Îranê di nava aloziyên mezin û encamên de asê maye. Bêkarî, bêedaletî û kêmaniya firsendan, hêvî û motîvasyona ciwanan diqedîne. Piraniya wan ber bi bêdengî û tenêbûnê ve dibe. Koça mejî û qedexeyên çêkirî, gefê li xilûqkariyên ciwanan û enerjiya wan dixwin. Bi taybetî ya jinên ku zexta aborî û civakê du qat dijîn.
Tevî hemû tiştî, di çavên hinek ciwanan de çirûska bi înad a hêviya guherînê hê jî geş e.
NÛJINHA/BOKAN/ŞEBNEM RAHÎMZADE