Pirtûkên Rêber Apo li Pêşangeha Silêmaniyê ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 00:56

Li parêzgeha Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar pirtûk tên nîşandan.

Di pêşangehê de pirtûkên Rêber Apo û welatparêzan jî cihê xwe girtin û li ber destê xwêneranin.

Di pêşangehê de her 5 cildên Manîfestoya Civaka Demokrat, Evîna Kurd, Dadgeha Dîrokî, brojurên Rêber Apo, Pirûka Sakîne Cansiz kadroya pêşeng ya Tevgera Azadiya Kurd ‘Jiyana min tim şerbû’, hemû berhemên Şehîd Diyar Xerîb (Helmet), dîsa pirtûkên taybet li ser Jineolojî, Pirtûka Daye Yade, Şoreşa Gel û desthlata xwesepandin ya nivîskar Serdar Star, Kuştina mêr, mêrsalarî, jîngedostî hatin nîşandan.

Hemû ev berhem li navenda Xezelnûs bloka G1 peyda dibin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.