Remezan hat lê bêrîka gel vala ye
În 28 Sibat 2025 - 02:45
Ji ber krîza aborî mîna berê li Amedê ew atmosfer û kelecana amadekariya meha Remezanê nîn e. Dikandarên li Amedê dibêjin:"Berê bazirganî, aborî sal bi sal nebaş dibû lê îro roj bi roj nebaş dibe."
Li Amedê heta deh sal beriya niha jî dema ku meha Remezanê dihat kolan û dikan tije dibûn. Gel bi kêfxweşî danûstandinê xwe ya meha Remezanê dikirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ku roj bi roj krîza aborî û enflasyon zêde dibe, welatî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên sereke jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Krîza aborî her ku diçe girantir dibe.
Dikandarên Amedê ji bo rewşa aborî û bihabûna tiştan bertek nîşanî didin û gilî û gazinên xwe dikin. Dikandarên Amedê diyar kirin ku yek ji sedemê vê giraniya tiştan polîtîkayên şer in.
Roj bi roj nebaş dibe
Dikandarê bi navê Recep Akyildiz diyar kir ku heta şer neyê rawestandin aborî jî baş nabe û wiha got: “Di hêla aboriyê de rewşa me ne baş e, ez 20 sal in dikandar im. 3 roj ji meha Remezanê re maye lê me tu kar nekiriye, dikan vala ye. Bi gel re pere tune ye. Her roj tişt biha dibin, heta duh jî benzîn biha bû. Bihabûna benzînê li ser karê danûstandinê bondoreke mezin dike. Berê bazirganî, aborî sal bi sal nebaş dibû lê îro roj bi roj nebaş dibe.”
Em dixwazin şer bê rawestandin
Dikandar Mahmût Onen jî bal kişand ser rewşa siyasî û got: “Dema ku azadî, edalet, wekhevî, demokrasî tune be aborî jî nabe. Berî 10 salan dema ku meha Remezanê dihat gel bi kelecan dibû. Lê niha em dibînin kes nayê ji xwe re danûstandina ji bo meha Remezanê nake ji ber ku her tişt biha ye. Îro zeytûn hatiye wê astê mirov dibêje bûye zêr. Berê gel dihat têra mehekê tişt ji xwe re dikirîn, lê îro rojane danûstandin dike. Îro dîsa dibêjin pêvajoyêke nû, lê hê jî şer nehatiye rawestandin, hê jî qeyûm tayînî şaredariya dikin. Ji bo vê jî her tişt ber bi nebaşiye ve diçê. Em dixwazin ev pêvajo bi dilgerm bê meşandin û şer bê rawestandin.”
Desthilat gel nafikirê û her tiştî biha dike
Welatiyê bi navê Alattîn Aktepe da zanîn ku hikûmeta AKPê gel nafikire û wiha got: “Meha Remezanê hat lê ji ber ku her tişt gelek biha ye em nikarin tiştan ji xwe re bikirin. Ji ber ku aborî nebaş e, kesên xizan nikarin tiştên sereke bikirin. Hatiye wê astê ku êdî gel ji rojê carekê xwarinê bixwe. Desthilat gel nafikirê û her tiştî biha dike.”
AW/AMED/ONDER AKBULUT