- Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.
Ji ber ku Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî ya Boyolojîk a Wanê kêm hatiye avakirin, ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherikên Gola Wanê û ev yek golê her roj qirêjtir dike. Qeyûmê hat tayînkirin jî, bêyî tesîs temam bibe merasîma vekirinê li dar xist û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî bi rêya vodeokonferasnê beşdarî vekirinê bû. Qeyûm, ji dêvla ku budçeyê ji bo temamkirina tesîsê xerc bike, ji bo qadên ne girîng xerc kir û ji ber vê Gola Wanê her diçe qirêjtir dibe. Li gor daneyên qirêjiyê yên Gola Wanê ku ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyên derdorê bêyî bê dawerivandin diherike nava wê, di saniyeyekê de hezar û 800 lître ava laximê diherike golê. Cihokên ku diherikên golê jî, rojê bi tonan çopan ber bi golê ve dibin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku di sala 2024'an de hatin hilbijartin, ev mijar anîn rojevê û gotin ku gelek beşên tesîsa dawerivandinê nehatine çêkirin. Hevşaredar Zeydan diyar kir ku mijarek ewqas krîtîk nikare ji raya giştî were veşartin û soz da ku ew ê pêşî li ekokujiyê bigirin. Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal ku dest bi xebatên projeyê kirin, Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê jî di nav de bi gelek saziyan re hevdîtin kirin. Lêbelê, gava hewldanên hevşaredaran ên krediya ji bo temamkirina tesîsî dewam dikirin, qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Heya niha qeyûm ji bo tesîsê tiştek nekiriye û Gola Wanê jî her diçe qirêjtir dibe. MA/WAN