Ji Kurdî re statu divê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 00:26

  • Nivîskar Ahmet Yalçinkaya diyar kir ku hêza aborî, piştgiriya siyasî û zagonê-dewletê ji bo pêşketina zimanê Kurdî hewce ye û got: "Di rêveberiyên herêmî de, kreş-pêşdibistan vedibin. Ev xebat têr nakin. Ji bo vê divê statu hebe û bi makezagonê bê mîsogerkirin."

ROZA METÎNA / AMED

Astengiyên li hemberî zimanê Kurdî dewam dikin. Ji pêşîgirtina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê bigire heta cezayê ji ber reklama Kurdî li Amed Sporê hat birîn, qedexe û zextên piralî yên li ser zimanê Kurdî dewam dikin. Ev zext û qedexeyên ne li gor rihê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” in ji aliyê gel ve tê şermezarkirin û nerazîbûn tê nişandan.

Nivîskar, mamosteyê zimanê Kurdî Ahmet Yalçinkaya têkildarî dewlemendiya ziman û wêjeya Kurdî, astengiyên li pêşiya zimên, girîngiya perwerde û mîsogerkirina zimanê Kurdî ya bi rêya zagonan nêrînên xwe anî ziman. Ahmet Yalçinkaya got:” Divê zimanê Kurdî bikeve binê ewlehiya zagonî. Ev mafekî rewa ye. Kurd, yek ji niştecîhên li ser vê xakê ne! Herî dawîn, Tirkan bi saya Kurdan ev komar ava kiriye. Lê bi sed salan e mafê Kurdan hatine binpêkirin, yek ji mafên hatiye binpêkirin, jê ziman e.”

Zimanê Kurdî pîroz e

Ahmet Yalçinkaya di destpêkê de bal bir ser dewlemendiya ziman û wêjeya Kurdî û wiha got:"Di serî de ziman, nasname ye. Ji bo gelê kurd jî nasname, rûmet, qedir û qîmet e. Gel, netew, bi zimanê xwe tê nasîn û li gor serdemê pêşketina civakî (zanistî û hwd.) bi ziman pêkan e. Her çiqasî her zimanek çawa girîngî û pîroziya wî heye zimanê Kurdî jî pîroz e. Zimanê Kurdî ne tenê ji bo mafekî rewa û bingehîn e; ji bo  dîrok, çand, wêje, folklorî, gotinên pêşiyan, pirpeyvîn, pirrengî, pirzaravayiya xwe dewlemend e. Li gor lêkolînên navneteweyî kirine, di nav 168 zimanan de Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di rêza 8'an de ye û her roj peyv lê zêde dibin Û dibêjin tenê bi zaravayê Kurmancî û Soranî di rêza heştemîn de ye, ku bi hemû zaravayan be,  bi 1,2 milyon peyvan di rêza sêyemîn de ye. (çavkanî:bianet) Wêjeya Kurdî bi hezar sal berê bi Baba Tahirê Uryan, Mishafa Reş (behsa Şêx Hadî dike), Mestûre Kurdistanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, C.Elî Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Pîremêrd û bi gelek kesên qedirbuha derketine pêş. Wêjeya Kurdî berhem û xizmetên pîroz daye û li hember çanda zordestiyê têkoşîn hatiye dayin. Niha jî di vê serdama nûjen de gelek nivîskar,hunermend, zanist berheman diafirînin (roman, çîrok, folklor, berhevkarî, zanistî, sînema, şano, stran,helbest,…) û li hember zordestî û asîmilasyonê têdikoşin."

Perwerdehiya bi Kurdî divê

Ahmet Yalçinkaya derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî wiha got:"Helbet ji bo pêşketina ziman, mafê her zimanî ye perwerde pê bê kirin ku zarok pê bigihên, ziman jî bi pêş bikeve. Ku zarok bi Kurdî perwerdehiyê bibînin; dê nasnameya xwe, dîrok, wêje û  çanda xwe nas bike. Zarok bi zimanê zikmakî xweştir fêm dikin, pê bi hêsanî zanîna xwe pêş dibin, zûtir digihêjin! Li gor lêkolînên UNESCO'yê destnîşan dikin: zarok bi zimanê zikmakî zûtir digihên, asoyê mejî fireh dibe, fêrbûna zimanê biyanî hêsan dibe. Zarok bi hev re heta şeş zimanan dikarin hîn bibin. Perwerdehiya bi Kurdî; dê pêşvebirina ziman bike, pêşiya pişaftinê bigire, parastina ziman û çandê bike, girêdana di nav nifşan de xurt bike, civak dê bi pêş bikeve. Mixabin em niha nikarin behsa perwerdehiya bi Kurdî bikin. Ji ber bi salan e pêşî lê hatiye girtin."

Ji bo ziman ewlehiya zagonî divê

Ahmet Yalçinkaya da zanîn divê di destpêkê de mafê zimanê Kurdî têkeve binê ewlehiya zagonî û wiha dewam kir:"Divê zimanê Kurdî bikeve binê ewlehiya zagonî. Ev mafekî rewa ye. Kurd, yek ji niştecîhên li ser vê xakê ne! Herî dawîn, Tirkan bi saya Kurdan ev komar ava kiriye. Lê bi sed salan e mafê Kurdan hatine binpêkirin, yek ji mafên hatiye binpêkirin, jê ziman e. Ji bo vê divê demildest dewlet vê gavê biavêje û mafê Kurdî bi mokezagonê mîsoger  bike. Axaftina bi ziman tenê têrê nake. Divê pê perwerde bê dîtin. Divê li her qadên civakê bê bikaranîn. Wê demê dê pêşî li pişaftinê bê girtin. Ev ne ji bo civaka kurd tenê, ji bo civakên li ser vê xakê gişan dê ewlehiyê bîne."

 

Divê siyaset bi Kurdî be 

Ahmet Yalçinkaya di heman demê de bal bir ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê Kurdî dewam dikin û têkoşîna li dijî vê yekê. Ahmet Yalçinkaya wiha got:"Niha bi her awayî Kurdî tê astengkirin, pişaftin berdewam e. Ji ber polîtîkayên pişaftinê zarok û mezin ên Kurd ji mafê  zimanê xwe yê ku bi pê tê dinyê,  bê par in. Ji ber vê zilmê zimanê xwe nizanin, loma jî nikarin bipeyivin. Ev jî xetereyeke mezin e ! Bi xemgînî ez bibêjim, pişaftin veguheriye xwepişaftinê, ya zor ev e ! Di nav gel de axaftin û têkîliyên bi Kurdî hene, lê ev her roj ji ber bêstatuhiştinê, polîtkayên pişaftinê, kêm dibe. Li hêla din bi weşanan, wêjeyê, stran û hunerê, Kurdî tê parastin. Saziyên sivîl, partî û aktîvîstên zimên li hember polîtîkayên pişaftinê têdikoşin, li berxwe didin. Heke em bi civakî li hember  van polîtîkayan qirêj derkevin, em ê karibin bi awayekî fermî zimanê xwe têxin bin ewlehiyê û polîtîkayên pişaftinê têk bibin. Divê  siyaseta Kurd bi zimanê xwe siyaseta xwe bike û polîtîkayên zimanê Kurdî diyar bikin û pêk bînin."

Ji bo zimanê Kurdî statu divê

Ahmet Yalçinkaya bal bir ser kar û xebatên di warê pêşketina Kurdî de tên kirin û wiha pê de çû: "Kar û xebatên ji bo zimanê Kurdî tên kirin: Weşana pirtûk, kovar, rojname, tv., di qadên civakî de xebatên huner, şano, çand û atolyeyên ziman hene. Di vir de xebat bi Kurdî tên kirin, di atolyêyên zimên de jî gel zimanê zikmakî hîn dibe. Di hêla zanistî de jî lêkolîn, berhevkirina çîrok, folklor, ferheng û xebatên gramerê tên kirin. Ev xebat, komele û hin kes bi şexsî dikin. Ev xebat girîng û pîroz in, bes têr nake, astengî pir in, derfet tune ye. Hêza aborî, piştgiriya siyasî û zagonê-dewletê ji bo pêşketina zimanê Kurdî hewce ye.Di rêveberiyên herêmî de, kreş-pêşdibistan vedibin. Ev xebat têr nakin. Ji bo vê divê statu hebe û bi makezagonê bê mîsogerkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.