
Saziya Zimanê Kurdî SZK`ê li Helebê, di şahiyekê de bawername li 170 xwendekarên ku tev li korsên perwerdeya zimanê Kurdî bûbûn belav kir.
Bi dehan xwendekar, şêniyên taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên SZK`ê û Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk tev li şahiyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê SZK`ê Mehmûd Bekir axivî û hemû xwendekar pîroz kirin.
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Zahîda Reşîd jî got: "Em bi xwendekarên xwe serbilind in, tişta ku we îro kir dê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya zanistê. "
Hevserokê Yekîtiya Mamosteya li Helebê Şukrî Mistefa jî behsa girîngiya fêrbûna zimanê dayikê kir û bang li xwendekaran kir ku bi zimanê xwe serbilind bin. Di şahiyê de xwendekara bi navê Lîlav Xelîl helbest xwendin û yek ji endamên Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk stran pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de bawername li 170 xwendekaran hatin belavkirin.
ANHA














