
- Sekreterê DADSAZ'ê Veysî Atay da zanîn wan xwestine lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî pêş bikeve û wiha got:" Em dizanin û bi xwe bawer in ku zimanê Kurdî di hêla hiqûqê de zimanekî dewlemend û zimanekî asta zanistê ye. Pêwîst e berhemdarîya hiqûqî bi zimanê Kurdî geş bibe."
ROZA METÎNA / AMED
Ji bo pêşxistina lîteratura hîqûqê ya bi Kurdî û belavkirina xebatên Kurdî ya di qada hiqûqî de Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) di 21'ê Sibata 2025'an hat avakirin. Parêzer û Sekreterê DADSAZ’ê Veysî Atay têkildarî armanca avakirina DADSAZ'ê, xebatên kirine û bandorên wê nirxandin kir. Veysî Atay wiha got:"DADSAZ dixwaze ku zimanê hiqûqê bibe zimanê nîqaşên rojane yên parêzer û hiqûqnasên Kurd."
Veysî Atay di destpêkê de bal bir ser armanca avakirina DADSAZ'ê û wiha got:" Ji bo avakirina vê komeleyê çend sedemên me yên sereke hebûn. Zimanê kurdî ji aliyê zanistî de xwedî hin kêmasiyên berbiçav e. Warê hiqûqê jî ji ber bêderfetiyan mîna gelek warên din lawaz maye yan jî bi gotineke din lawaz hatiye hiştin. Armanca sereke ya DADSAZ'ê ew e ku bi hewildaneke hevpar a li gel hemû sazî û dezgehên din, lawaziya heyî ji holê rake, lîteratûra hiqûqê bi pêş bixe û rengvedana wê pêşketinê di nav gel û hiqûqnasan de jî bide dîtin. DADSAZ dixwaze ku zimanê hiqûqê bibe zimanê nîqaşên rojane yên parêzer û hiqûqnasên Kurd."
DADSAZ'ê xwebaweriyek çêkiriye
Veysî Atay li ser bandora avakirina DADSAZ'ê jî ev tişt got:"Em dizanin ku hîmê netewebûnê ziman e. Bi haydarbûna ji vê rastîyê, me Komeleya DADSAZ'ê li ser esasê hişmendiyeke kurdewar û neteweyî ava kir da ku bikaribe bi kar û xebatên zanistî asta şêyandarîya zimanê Kurdî di warê hiqûqê da bilindtir bike. Bêguman çiqas zimanê kurdî ji alîyê zanista hiqûqê ve têr û tijîtir be, ew qas jî dikare rola veguhastina hizr û ramanên hiqûqî baştir bilîze. Ji alîyekî din ve, bi pêşketina lîteratûra hiqûqê, civak jî dê bi çavekî cuda li zimanê Kurdî binêre. Zimanê ku dikare barê hizr û ramanên hiqûqî hilgire, zimanekî xurt e. Bandora yekem a xebatên DADSAZ'ê ya li ser civakê dikare guherandina nêrîna şaş a lawazbûna zimanê Kurdî be. Bêguman civaka hiqûqî jî di bin bandora xebatên DADSAZ'ê de dimîne. Heya roja îro hiqûqnas û parêzerên Kurd bi zimanên serdestên xwe behsa rêzik û binemayên hiqûqî dikirin. Her ku haya wan bi vê rastîyê çêbe ku komeke hiqûqnasên Kurd rojane bi zimanê xwe yê zikmakî nirxandinên xwe yêk hiqûqî der dibirin, wê demê dê li ber çavên wan jî prestîja zimanê Kurdî zêdetir bibe. Bandoreke DADSAZ'ê jî ew e ku di nav gel û hiqûqnasan de xwebaweriyek çêkiriye. Ev ji bo hişmendiya netewbûnê pêngavek e gelek girîng e. Em dizanin û bi xwe bawer in ku zimanê Kurdî di hêla hiqûqê de zimanekî dewlemend û zimanekî asta zanistê ye."
Bandora li qada navneteweyî
Veysî Atay di heman demê de bal bir ser bandora avakirina DADSAZ'ê ya di qada navneteweyî de û wiha pê de çû:"Di her warê jiyanê de û nemaze di warê hiqûqê da ziman amûreke sereke ya derbirîn û xweparastinê ye. Di qada navneteweyî de gelek mafê bingehîn têkildarî zimanî ji bo mirovan hatine berçavgirtin. Hin mafên mîrovan ên bingehîn hene ku tenê li ser rûpelê peyman û peymannameyên navneteweyî dimînîn û di pratîkê da nayên cîbicîkirin. DADSAZ dikare wekî navendeke hiqûqî balê bikşîne ser wan mafan û zemînekê ava bike ku di pêngava yekem de haya gelê me ji wan mafan çêbibe û piştre jî, bi avakirina têkilîyên hiqûqî yên di asta navneteweyî da, zemînê ji bo cîbicîkirina wan mafan û nemaze bicihkirina wan mafan di nav qanûnên navxweyî da xweş bike. Hebûna navendeke kurdî ya vekolîn û perwerdeya hiqûqê peyameke aşkera ye ji bo hemû sazî û dezgehên ku di asta Tirkîye û cîhanê de li ser hiqûqê û nemaze warê hiqûqa mafên mirovan dixebitin. DADSAZ dikare mazûvanîya gelek panel, sempozyom û konferansên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bike. Bi wî awayî jî, dikare zêdetir balê bikşîne ser wan maf û azadîyên gelê Kurd ên ku ji alîyê serdestên me ve têne binpêkirin. Helbet, bêguman pêşmerceke wê çendê jî heye ku ew jî bilindbûna asta hiqûqî ya zimanê Kurdî û hiqûqnasên Kurd e.
Kar û xebatên hatine kirin
Veysî Atay qala xebatên derketine pêş kir û wiha dewam kir:"DADSAZ'ê xwebawerîya xwe ya zimanî dispêre gelek xebatên girîng ên ku berîya niha ji alîyê vekoler, zimannas, hiqûqnas û parêzerên Kurd ve pêk hatine. Heta roja îro, herî kêm deh ferhengên hiqûqî yên Kurdî (du zimanî yan jî çend zimanî) hatine çapkirin. Ev çend sal in ku Komxebata Hiqûqê di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de li ser pêşxistina lîteratûra hiqûqê û nemaze warê ferhengsazîya hiqûqî dixebite. Di encama wan xebatan de jî ferhengek (1000 têgih) hatiye çapkirin û xebata li ser berga duyem a ferhengê (5000 têgih) hîn jî dewam dike. Herwiha di warê kovargerîya hiqûqî de jî pêngavên baş hatine avêtin. Heya roja îro du kovarên hiqûqî yên Kurdî hatine çapkirin ku ew jî Aşdad û Dadistan in. Me wekî komeleya DADSAZ'ê hewil da ku arşîvekê ji wan ferheng û kovarên hiqûqê çêkin û wan xebatan di plan û bernameyên xwe yên hiqûqî de bingeh bigirin. Helbet ji ber ku nivîskar û vekolerên ji parçeyên cuda yên welatî di amadekirin û weşandina wan xebatan da beşdar bûne, di naveroka wan xebatan de ji alîyê termên bikarhatî de gelek cudahî hene. Em wekî DADSAZ'ê dixwazin di wî warî da jî gavên baş biavêjin û bi vekolînên berawirdî balê bikşînin ser cudahîyên di navbera wan xebatan da. Yek ji karên ku DADSAZ'ê plansaziya wê kiriye û di destê xebatê de ye, wergerandina belgenameyên navneteweyî ye. Me bi Belgenameya navneteweyî ya Mafê Medenî û sîyasî dest pê kiriye û em dê hewil bidin ku hemû belgeyên girîng ên navneteweyî wergerînin ser zimanê Kurdî. Projeya din an ku li pêşîya me heye, amadekirina pirtûkên du yan jî çend zimanî yên hiqûqî ye. Armanca me ji wê projeyê ew e ku bi wan xebatên çendzimanî zemînê ji bo vekolînên berawirdî yên hiqûqî xweştir bikin. "
Divê hiqûq bi Kurdî geş bibe
Veysî Atay herî dawî wiha got:"Pêwîst e ku zimanê Kurdî jî wek zimanên gelên din bibe zimanê zanistê û zimanê niqaşên rojane. Ji bo wê çendê jî, divê zimanê Kurdî di her warî de bê bipêşxistin. Di warê hiqûqê de jî pêwîst e hiqûqnas û parêzerên Kurd destpêkê xwe di warê lîteratûra hiqûqî ya Kurdî de bi pêş bixin û di jiyana xwe ya rojane da jî cih bicin wê zanistê. Ji wê jî giringtir pêwîst e hemû pîşekarên warê hiqûqê ji bo xurtkirina wî warî di hewildanê de bin. Pêwîst e berhemên hiqûqî yên naskirî yên cîhanê bi zimanê Kurdî bêne wergerandin. Pêwîst e berhemdarîya hiqûqî bi zimanê Kurdî geş bibe."












