Li Tirbêspiyê pirtûkxaneyek hate vekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:57

Dîwana Wêjeyê bi hevkariya Weşanên Şilêr bi şahiyekê pirtûxaneyek li Tirbespiyê vekir. Pirtûkxane bi navê şehîd Dilşa Xebat û Dr. Mahsûm Tirbespiyê hat vekirin.

Di şahiya vekirinê de rêvebera pirtûkxaneyê Hebûn Ehmed axivî û diyar kir ku vekirina vê pirtûkxaneyê xwedî derketina li keda şehîdan e û got: “Weşanên Şilêr û Dîwana Wêjeyê, dê li her bajarekî pirtûkxaneyekê veke. Hêvîdar im ku ev yek bibe bingeh ji bo pêşxistina zanînê û rolekê di avakrina nifşekî nû de bilîze. Me xwest bi rêya vê pirtûkxaneyê bibin bersiv ji keda şehîdan re.”

Ji rêveberên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ceger Efrîn jî diyar kir ku şoreş bi çekê tê kirin û civak bi wêjeyê tê avakirin, civaka ku bê wêje be ew civak bê ruh e. Ceger Efrîn got: "Îro bi saya Rêber Abdullah Ocalan em hene. Heke em xwendinê di nav civaka xwe de bi pêş nexin, ev şoreş dê winda bibe. Divê em zanebûnê di nava civaka xwe de bi pêş bixin da ku şoreş û keda şehîdên me bigihêje dinyayê.”

Nivîskar Ronak Murad jî got: “Di demeke herî zehmet de me li vî bajarî ji ber tirsa rejîmê nekarî xwendina bi zimanê dayikê bikin, lê îro vekirina Pirtûkxaneya Şehîd Dilşa û Şehîd Masûm, ji bo min gelekî bi wate û bi nirx e.”

‘Divê em li rastiya xwe vegerin’

Ronak Murad banga xwedîderketina li reseniya herêmê kir û wiha pê de çû: "Gelek tişt li ser Kurdan têne nivîsandin. Hin ji wan dibêjin Kurd hebûn û hin ji wan dibêjin tune bûn. Em ji her kesî re dibêjin em hene, em li ser vê erdê ne û koka li vê erdê çandiye. Girê Moza û Hemo Kar şahidên me ne. Divê em li rastiya xwe vegerin û zanebûna xwe pêşbixin, ji bo em karbin bibin bersiv ji her kesê ku mafê binpê dike."

Bi navê Meclisa Bajarê Tirbespiyê Mizgîn Lazgîn axivî û diyar ku vekirina vê pirtûkxaneyê dê bibe cihê lêkolîn û xwendinê û bibe çandek di nav gelê me de.

Piştre deriyê pirtûkaxaneyê ji hêla dayikên şehîd Dilşa û şehîd Mahsûm ve hate vekirin. Di dawiyê de stran ji aliyê koma Şehîd Bawar a Tirbespiyê ve hatin gotin. Gerîlayên HPG’ê Dilşa û Mahsûm li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.