
Radyoya Dengê Gel ku ev 23 sal bûn bi navên cur bi cur weşana xwe didomand, dawî li weşana xwe anî. Radyoyê bi sirûda Ey Reqîb xatir xwest.
Kordînatorê Radyoya Dengê Gel Mustafa Rêzan ji bo Rojnewsê axiviye û qala dîroka radyoyê jî kiriye.
Va ye dîroka Radyoya Dengê Gel:
- Radyoyê di kewçêra/cotmeha 1992’yan de bi navê "Dengê Kurdistana Serbixwe" dest bi weşanê kir.
- Sala 1995’an nav guhart û bi navê "Dengê Mezopotamyayê" weşana xwe dom kir. Dengê Mezopotamyayê sala 2001'ê navenda xwe bir Ewropayê; li paytexta Belçîka Brukselê bi cih bû.
- Di sala 2011'an de ji ber sedemên cur bi cur dawî li weşana xwe anî.
- Di sala 2012’yan de bi navê "Dengê Kurdistanê" radyoyê weşana xwe dewam kir heta 2016'an. Wê çaxê ji ber hin sedeman radyoyê dawî li weşana xwe anî.
- Di sala 2016'an de radyoyê bi navê "Dengê Welat" dest bi weşanê kir.
- Piştî sala di sala 2023’yan radyoyê bi navê "Dengê Gel" dest bi weşana xwe kir û niha, xatir xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN












