Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:15

Rojnameya polîtîk û îdeolojîk a mehane Komînal meha Adarê bi dirûşma "Israra li ser mirovbûnê, israra li ser sosyalîzmê ye" li Ewropayê dest bi weşanê dike.

Rojnameya Komînal dide zanîn ku ew ê ti carî bê alî nebe; wê her tim li aliyê heqîqetê, rastiyê, başî, bedewî û azadiyê be. Li hemberî êrişên qirker û mêtinger ên serwerên Tirk, Ereb û Fars wê her tim xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derkeve û bibe dengê geş ê vê têkoşînê.

Rojnameya Komînal her wiha da zanîn ku ew hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û baweriya bi sosyalîzma civaka demokratîk werbigire û armanca xwe bi vî awayî eşkere kir; “Komînal wê vê fikrê ji xwe re bike esas ku pirsgirêka civakî ya destpêkê û herî kûr bi kolekirina jinê ya bi destê koma nêçirvan a mêr û kujerê kastîk destpê kiriye û bi sîstem û mejiyê serweriya mêr ê vê serdemê re gihîştiye asta herî bilind. Komînal wê li her cihî û her tim li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr, li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest ên li ser vê bingehê derketine holê xeta azadiya jinê ji xwe re bike esas û ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan wê têbikoşe.

Li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest, li ser esasê xeta azadiya jinê ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan, her wiha li dijî madiyatperestî û ezeztiya modernîteya kapîtalîst ji bo avabûna civaka demokratîk a li ser bingeha komunalîteyê wê bi roleke çalak rabe.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.