
Kovara Bangî Kurd di 8’ê Sibata 1914’a n de hejmara yekem derxist. Kovara Bangî Kurd ji bo zindî kirina çanda Kurdan ya di serdema hikumraniya Osmaniyan de bû. Tenê 5 meh karî kar bike, lê li pey xwe mîrasek dewlemend yê wêjeyî hêla.
Wêje û zimanê Kurdî ku bi salên dûr û dirêj rastî çewisandin, êriş û zextên tund hatiye, lê tevî hemû astengî û êrişan jî heta roja me ya îro jî zindî maye. Mîras û dewlemendiya ziman û wêjeya Kurdî ya ku bi stran, dengbêjî, çîrok û destanên devokî ji nifşan derbazî nifşan bûyî, bi pêşengtî û keda nivîskar, hunermend û wêjevanên Kurd bi berhem, kovar, rojname û xebatên cur be cur hatin belgekirin.
Kovara Bangî Kurd kovarek mehane bû. Hejmara yekem ya kovarê di 8’ê Sibata 1914’an de di serdema Osmaniyan de li Bexda derket. Edîtor û xwediyê kovarê Cemaletîn Baban bû. Îro 112 sal bi ser derketina hejmara yekem ya kovarê re derbaz dibe. Kovar li Bexdayê bi zimanê Kurdî (soranî) derdiket. Kovarek ferhengî û wêjeyî bû. Di kovarê de mijarên siyasî kêm dihat dayîn. Bi giştî kovara Bangî Kurd, kovarek wêjeyî û çandî bû. Di wê serdemê de xizmeta ferhengî û wêjeya Kurdî dikir. Hemû hejmarên kovarê li ser ziman, wêje û ferhenga Kurdî bû.
Edîtorên sereke yên kovarê Cemal Baban û Şukrî Fazil bûn. Hinek car jî bi navên cûda mijarên wêjeyî yên Kurdî di kovarê de dihatin belav kirin. Ji tirsa Osmaniyan hinek mijar bi navên cuda dihatin belavkirin. Wê demê li Iraqê Komeleya Îtahad û Teraqî hebû û nijadperest bû.
Nivîsandinên helbestvanên weke Zêwerî û Arif Saîb di kovarê de dihatin belav kirin. Kovara Bangî Kurd tenê 5 hejmar derxist û karî 5 mehan berdewam bike, lê li pey xwe mîrasek dewlemend yê wêjeyî hêla.
Cemal Reşîd Ebdula Beg yê bi nasnav Cemaledin Baban ku bi xwe edîtor û rêveberê kovarê bû, di sala 1914’an de wek leşkerek yê Osmaniyan tevlî şerê cîhanê bû. Piştî wê ji aliyê İngilizan dîl hate girtin û şandin Hindistanê. Di sala 1929’an de vegeriya Bexda û weke dadwer kar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN















