Di krîzê de çarenûsa dewletan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 29 Adar 2026 - 16:00

  • Dema ku şer û pevçûnên herêmî û navneteweyî gur dibin, pirsek tê bîra mirov; gelo çima hinek dewlet zexta şer û pevçûnan tehemûl dikin û hinek dewlet jî zû zeîf dibin û ji hev belav dibin? Bersiva vê pirsê ne bi hevsengiyên hêzên leşkerî ve girêdayî ye. Ev yek bi têkiliyên dewletê û civakê ve girêdayî ye.

Pevçûnên derve çi qasî dijwar bin jî hevgirtina hundirîn girîng e. Dewlet ne tenê bi artêşan xwe ji krîzan diparêzin. Baweriya di navbera welatiyan û dewletê de girîng e. Dema ku bawerî di navbera welatiyan û dewletê de hebe, stratejiyeke hundirîn e. Bi vê stratejiyê re dikarin xwe ji krîzan biparêzin û zêde ziyanê nebînin. Lê eger bawerî nebe, bi zextên derve re di hundir de teqîn çêdibe.to

Entegrasyona demokratîk ji bo hevgirtina hundirîn şert e, ne tenê modeleke teorîk e. Modeleke demokratîk e ku hemû pêkhateyên civakê bi edalet bigihêjin mafên xwe û berpirsyariya çarenûsa welatê xwe rakin.

Bi entegrasyona demokratîk re li Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê û Îranê komarên demokratîk wê werin avakirin. Bi dan û standin, lihevkirin û welatîbûna azad, ev yek pêk tê. Civaka demokratîk bi dewletê re entegre bibe, garantiya maf û azadiya hemû nasnameyan wê were dayîn. Dayîna mafên welatîbûnê nayê wateya parçebûyînê û qutbûna ji dewletê.

Ev yek ji bo Îranê derbasdar e. Dewleta Îranê di herêmê de xwedî hêzekê ye lê pirsgirêkên wê bi civaka wê re hene. Di serhildanên salên dawîn de çêbûn, ev yek diyar dibe. Ev pirsgirêk ne tenê tengezariyên hundirîn in. Di pevçûnên dirêj de dibe ku ev pirsgirêk mezintir bibe. Dewlet ne tenê li ser hevsengiyên derve dikare li ber xwe bide, ji hundir ve dibe ku saxlem be. Çi qasî ji hundir ve saxlem be dikare zextên derve tehemul bike û şer bi rê ve bibe.

Ev rewş ne tenê ji bo Îranê derbasdar e. Sala 2003'yan li Iraqê parçebûyîna mezhebî û siyasî bû sedema xwîn biherike û dewlet li hember zextên ewlehî û herêmî lawaz bibe. Li Sûriyeyê jî di destpêka krîza 2011'an de ji ber hevnegirtina civakî, zû ket nava şerekî dijwar. Dewleta Sûriyeyê nikarîbû li hemberî nakokî û şerê çêbuyî derkeve û çareser bike.

Tirkiye jî ji vê rewşê ne dûr e. Dema ku li herêmê şer gur bibe, dê gelek pirsgirêkên hundirîn derkevin. Gelo çi qasî dikare aliyê civakî û siyasî hevgirtinê çêke. Bi taybet ji bo doza kurdî çi qasî dikare vê hevgirtinê çêke. Eger Tirkiye ji aliyê siyasî ve vekirî be û bihêle hemû netewe beşdar bibin, dê ev hevgirtin jê re bibe çavkaniya hêzê. Lê eger pirsgirêkên hundirîn bi edaletê neyên çareserkirin, dibe ku di rewşên hesas de krîz çêbin û xwîn biherike.

Di siberojê de li Sûriyeyê eger ji aliyê siyasî ve pirsgirêkên hundirîn li ser bingeha naskirina nasnemayên neteweyên dîtir û welatîbûnê neyên çareserkirin, zehmet e mirov li Sûriyeyê behsa aramiyê bike. Berevajî vê, pirsgirêkên hundirîn dê bibin sedem ku Sûriye hilweşe.

Di dawiyê de, hêza derve nabe ku mirov ji hevgirtina hundirîn qut binirxîne. Dewleta ji aliyê siyasî de feqîr be, di navbera wê û civaka wê de bawerî nebe, dê li hemberî du eniyan (hundir û derve) şer bike. Bi dirûşman eniya hundirîn nayê avakirin, lê divê di aliyê siyasî de garantiyê bide û her kes beşdar bibe. Di qanûnan de wekhevî çêbe. Birêvebirina pirrengiyê wekî rastiyekê ye ku divê were fêmkirin, ne ku were îstîsmarkirin. Piştî ev pêk were dê li Sûriyeyê aramî çêbe.

Dibe ku dewlet bi hêzê û tundiyê demekê civakê bê deng bike, lê ew ê bêyî hevgirtina hundirîn nikare li hember krîz û şeran li ser xwe bimîne. Bi hevgirtina hundirîn dewlet dikare berdewam bike, ne tenê bi bersivdayînê. Di krîzan de jî eniya hundirîn dibe xeta parastinê ya li pêş.

* Rojnamevanê Kurd û lêkolînerê pirsgirêkên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.