Kulîlka biharê 'Simbil'

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 19 Nîsan 2026 - 15:30

  • Wexta em li zimanê Kurdî dinêrin gelekî dewlemend e. Gelek nebatên bi zimanê Kurdî hene û xwediyê taybetmendiyeke cuda ne. Bi rengê xwe bi xweşikbûna xwe wekî tabloyeke efsûnî derdikevin pêşberî me. Yek ji van nebatana kulîlka biharê "Simbil" e.

Zimanê Kurdî gelek wateyên cuda di nava xwe de vedihewîne. Ev wate ne tenê li ser esasên peyvan hatine avakirin di heman demê de xwediyê rabirdû û çîrokeke xwezayî, felsefîk, dîrokî û sosyolojîk e. Wexta em li nebatên li ser erdnîgariya kurdan jî dinêrin, heta navên wan xwediyê wateyekê ne. Di wateya navên wan de têkiliyeke xurt a bîranîn, mantiq û fîzyolojîk heye. Me li jor belkî tenê wekî mînak "Simbil" dabin lê belê gelek nebatên mîna hermel, pîvok, bendik, bojang, tolik, tûmask, pirpar û her wekî dinê hene. Wateyeke cuda li van nebatana hatine barkirin. Hermel wekî alaveke xemilandinê jî dikare bê çêkirin û her wiha tê gotin ji bo nezerê jî baş e. Bojang ji bo nexweşiyên mîna şekir û mîde baş e. Dîsa tolik, tûmask û pirpar jî ji bo bedena mirovan gelekî baş in. Hîn gelek nebat hene elbet. Me tenê bal bir ser çend heban.

Em dîsa vegerin ser kulîlka biharê "Simbil". Em dikarin li ser vê kulîlkê cih bidin çend analîzên lêkolîner Dr. Mehmet Firat jî. Ew dibêje; mantiqa navlêkirinê di Kurdî de li ser “şibandinê” hatiye avakirin. Mehmet Firat, têkiliya her sê peyvan bi vî awayî rave dike:

* Simbêl, Simêl, Simil: Di serî de ji bo mûyên ser lêvan hatiye bikaranîn.

* Simil/Simbil (Weşiya Genim): Ev peyv jî di heman xetê de ye. Her sê jî ji ber şiklê xwe yê bi saçax, rîşî û tîrêjî di bin heman sîwana mantiqî de cih digirin.

* Simbil: Ji ber şiklê serê vê kulîlkê ku dişibe simbêlan, ev nav lê hatiye kirin.

Elbet dema em li gelek çavkaniyan dinêrin em dibînin ku gelek navên Kurdî derbasî zimanê dinê jî bûne. Di encama lêkolînan de derdikeve holê ku peyva “Sümbül” a ku di Tirkî de tê bikaranîn, bi eslê xwe ji Kurdî derbasî wî zimanî bûye. Hat destnîşankirin ku li erdnîgariya ku gelên Tirk jê hatine, ne ev gîha û ne jî ev nav hebûye. Ev yek nîşan dide ku gelên herêmî (Kurd), navên nebatên li herêma xwe li gorî mantiqa xwezayê afirandine û dane zimanên din.

Bi vê re em dibîni şaristanî, bîr, bawerî, teşeyê jiyanê, fikir û ramanên gelekî çawa bandor li ser wateya navan jî kiriye. Wexta em li xwezaya civakekê dinêrin em di heman demê de rûyê wê civakê dibînin. Xwezaya civakê rûyê civakê ye. Kulîlka Simbilê jî bêtir li cihên ku avhewaya wan hem sar û hem germ e şîn dibe. Ev kulîlk bi taybetî li herêmên wekî Çiyayê Nemrûdê yê Semsûrê û li Çiyayê Muzirî yê Dersîmê gelek tê dîtin. Her çiqas li herêma Colemêrgê simbil wekî kulîlk zêde neyê dîtin jî, balkêş e ku li wir çiyayekî bi navê Simbil heye. Em dema li çîroka vê kulîlkê dinêrin em rastiya civaka kurd jî dibînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.