
- Kela Rebetê ji warê dîroka xwe ve bîreke kûr di dilê mirovan de dide avakirin. Bi vê bîrê çand, têkoşîn û dewlemendiyek mezin jî derdikeve ser rûyê erdê. Nîşan dide ka dewlemendiya erdnîgarî û dîrokî çawa bi teşe bûye.
Kela Rebetê, li gundê Rebetê, 15 km li bakurê rojavayê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin Kela Rebetê di serdema Artukiyan de hatiye tamîrkirin û berfirehkirin. Dîroka vê kelê gelekî kevnar e. Kele li bakurê gund, li ser girekî bi bilindahiya 150 metreyan û li kêleka newaleke teng hatiye avakirin. Dirêjahiya bedena kelê hezar û 500 metre ye. Li kelê 15 birc û 4 nêrîngeh hene. Bilindahiya bircan 15 metre û ya bedenê jî 10 metre ye. Di heman demê de du deriyên kelehê hene, yek li rojava û yek jî li rojhilat e. Dîsa li gor hinek çavkaniyan tê gotin ev cureyê mîmariyê ya taybetmendiya şêwaza Romanî ye, nîşan dide ku Rebat jî bajarekî serdema Romanî bû.
Kolandina kelê
Li Kela Rebetê her wiha xebatên kolandinê jî dest pê kiribûn. Kela Rebetê şopa şaristaniyên cuda dihewîne û dîroka wê vedigere beriya 2 hezar salan. Ji bo derxistina wê dîrokê ya di bin axê de şûnwarnasan dest bi kolanê jî kiribûn.
Li ser kelê çîrok hatine gotin
Li ser Kela Rebetê çîrok hatine gotin. Feyzekê dide mirovan û mirov matmayî dimînin. Mîmarî û bermahiyên kelê, şaristaniyeke kûr nîşan didin. Dîroka avakirina Kela Rebetê bi temamî ne zelal e. Kela Rebetê wek navendeke leşkerî, parastinê yan kontrolkirina rêyên bazirganiyê jî dibe ku hatibe bikaranîn.
Kele terkî qedera xwe hatiye kirin
Ev çanda giranbiha ya dîrokî mixabin terkî qedera xwe hatiye kirin. Ev kele û xirbeyên derdora wê bêparastin mane. Ev dîmen dilê mirovan diêşîne loma divê her kes li hemberî qirkirina dîrokî xwediyê hestiyariyekê be.
NAVENDA NÛÇEYAN







