Deşta Geverê bi pîvokan xemilî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Nîsan 2026 - 14:00

  • Bi hatina biharê re Deşta Geverê bi pîvokan xemilî û bi rengên spî, zer û binefşî balê dikişînin ser xwe.

Deşta Geverê her sal şahidiya zivistanên giran dike û li herêmê weke cihê sir û seqemê tê nasîn. Her sal berfeke zêde dibare û ev yek bihara Geverê jî xweş dike. Nemaze zivistana îsal ku berfeke ji her sal zêdetir barî, bihar jî dereng anî. Deşta Geverê bi hatina biharê re bi pîvokan xemilî û bedewiya sirûştî ya pîvok û çiyayên berfîn balê dikşînin li ser xwe.

Ji bo gelê herêmê derketina pîvokan mizgîniya biharê ye û ji şivanan re jî dema derxistina pez ya çêre ye. Gelê herêmê derketina pîvokan nîşaneya zindîbûna xwezayê dibînin û nirxeke mezin didinê. Pîvok kûlîlkeke ku bi rengên zer, spî û binefşî derdikeve û pîvok bala geştiyar û wênekêşan jî dikşîne.

AW / COLEMÊRG / NÛDA ARICI-SEMA GEZÎCÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.