
Pêşbaziyeke nû bi navê “Bi çîrokekê bihar tê / Bi hîkayeyke wesar yeno” hat dest pê kirin. Pêşbazî ji aliyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclisa Ziman a Şaredariya Peyasa Amedê ve tê organîzekirin. Navenda PEN’a Kurd, Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd piştgirî û organîzeya vê pêşbaziyê dikin.
Pêşbazî ji bo xwendekarên dibistanên amadehiyê ye û bi kurdî (kurmancî û kimanckî) li dar dikeve. Deriyê pêşbaziyê tenê ji bo hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê vekirî ye. Serîlêdanê roja 1’ê avrêlê dest pê kir û heta 10’ê gulanê yên biwazin divê berhemên xwe bişînin. Encamên pêşbaziyê jî dê di roja 15’ê gulanê bên eşkerekirin.
Tenê çîrokên ku bi zimanê kurmancî an kirmanckî hatine nivîsandin, dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin. Çîrok divê ji navnîşana cirok-hikaye@kayapinar.bel.tr re bên şandin.
Di dawiya pêşbaziyê de, berhemên ku bên hilbijartin bi ragihandinê re bi diyariyên surprîz werin xelat kirin.
Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev pêşbazî bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin û hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê ji bo beşdariyê vexwendin.
NAVENDA NÛÇEYAN







