Li Qerejdaxê berhevkirina kerengan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Nîsan 2026 - 16:15

  • Jinên ji Qerejdaxê dest bi berhevkirina kereng û pincar kirin li hemberî xizanî û bihabûnê hewl didin sifreya xwe vala nehêlin.

Li quntarên Qerejdaxê li gel germbûna hewayê mesaiya jinên ku ji bo berhevkirina kerengan derdikevin çiyayan dest pê kir. Jinên ku bi taybetî ji gundên xwe yên li quntarên çiyayî dikevin rê û bi alavên di destê xwe de li kerengan digerin, tevahiya rojê dixebitin. Hin ji wan kerengên ku berhev dikin, difiroşin û hin ji wan jî wan kerengan ji bo xwarina mala xwe berhev dikin. Jinên ku gelek caran bi rojan ji bo berhevkirina kerengan derdikevin çiyayan, guh nadin bayê tund ê Qerejdaxê û ji bo xwarina mala xwe kedeke mezin nîşan didin.

Jinên ku li hemberî xizanî û buhabûna gelekî zêde bûye jî weke her sal îsal jî berê xwe didin xwezayê, ji bo berhevkirina pincar û giyayan bi kîsîkên xwe bi rê dikevin. Kerengê ku hem xelkê Amedê hem jî yê li herêmê gelekî jê hez dike, êdî li bazaran tê firotin. Kerengê ku kîloyê wê 400 TL’yî tê firotin, li çiyayan ji aliyê jinan ve tê firotin. Jinên ku kereng berhev kirine ji bo xwarina mala xwe nafiroşin. Jinên ku kerengên xwe yên zêde mane yan didin kes û karên xwe yan jî li mala xwe di sarincan de vedişêrin, tevî karên xwe yên giran jî her sal berê xwe didin Qerejdaxê.

Yek ji wan jinan jî Şemse Taş a ku ji Siwêregê hatiye Qerejdaxê û li gel malbata xwe kerengan berhev dike. Şemse Taş diyar kir ku hersal di meha Nîsanê de li gel germbûna hewayê ew dest bi vî karî dikin û got: ‘’Piraniya însanan ji bo firotinê tên lê belê ez bes ji bo xwarina xwe têm. Bi salan e em bi vî awayî tên û hem kerengan hem jî giyayên din berhev dikin. Dîtin û berhevkirina vê yekê hêsan nîne. Ji ber wê yekê li sûkê û bazarê gelekî buha tê firotin. Em berhev dikin û dikin xwarin. Dema ku zêde dimîne jî em di sarincan de vedişêrin. Hemû tiştên xwezayî weke dermanan in û ji bo hemû nexweşiyan baş in. Ji ber vê yekê em her sal li vir in. Em bi xwe berhev dikin ku ev yek ji bo me baş e. Em gundî ne, li şûna ku em biçin li bazaran bikirin em bi xwe tên û hem li çiyayan digerin, hem jî kerengan berhev dikin.’’

Welatiya bi navê Rabîa Kayali ya ku ji gundê Qerejdaxê ji bo berhevkirina kerengan hatiye, dibêje ku kereng di gelek xwarinan de tê bikaranîn, ji bo gelek nexweşiyan jî derman e û ev yek anîn ziman: ‘’Ev 20 sal in em her sal tên. Îsal gelek baran bariya lê belê hê çiya tije nebûne. Zem û krîza zêde bûye jî li holê ne, ji ber wê yekê em her sal tên kereng û giyayan berhev dikin û dikin xwarin. Kerengên ku em kom dikin têra me rojekê dikin. Em dibin malê û wan paqij dikin. Her tiştê wê pir xweş çêdibe. Hin kes di nava rûn de sor dikin û hin kes jî yan dixin nava mastî yan jî xwarinan. Kerengên Qerejdaxê hem gelekî nû ne hem jî pir xweş in. Em li vir kedekê didin. Em li vir li gel jinan di nava piştevaniyê de dixebitin. Dema ku kîsikê jinekê tije nebû jineke din diçe alîkariyê. Li gorî wê beriya ku dinya tarî bibe em karê xwe diqedînin û vedigerin malên xwe. Tevî her tiştî jî em hê jî vî karî dikin ku ev jî cihê kêfxweşiyê ye.’’

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.