
- Emrûd ku di nav çiyayên Qoserê de veşartî ye û dişibe dehan sûlavan, balê dikişîne.
Gundê Emrûd û sûlava wê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye û derdora wê bi giran dorpêçkirî ye, bi rengên biharê mêvanan kêfxweş dike. Bi germbûna dinyayê û helîna berfê re, rûbarê Emrûdê geş bû û bi vê re bi dehan sûlavên mezin û biçûk bala mirovan dikişîne. Masiyên ku di nav ava kaniyê de ku ji bin zinaran diherike jî rengekî din li rûbarê bar dikin.
Her çend rûbarê Emrûdê ku bi sedan metreyan ber bi geliyê ve dadikeve, dişibe tarverteran û bedewiya wê ya xwezayî dîmeneke dîtbarî ya bêhempa pêşkêşî mêvanan dike.
Emrûd bi saya dîmenên xwe yên bedew, di van demên dawî de ji bo hezkiriyên xwezayê û wênegiran bûye cihekî çûnhatinê. Necmeddîn Demîr, niştecihê Emrûdê, hişyarî da mêvanan ku gund qirêj nekin. Necmeddîn Demîr diyar kir ku ew ne li dijî wê ne ku mirov serdana gundê wan bikin, berevajî wê kêfxweş dibin, lê ji wan xwest ku çopê xwe bi xwe re bibin. Necmeddîn Demîr her wiha destnîşan kir ku li gund gelek rez û baxçe hene û daxwaz kir ku mêvan agir vênexin.
MA/MÊRDÎN







