Berê agir bûm niha ‘Bizot’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 2 Sibat 2026 - 00:45

Kovara nû ya çand, huner û wêjeyê "Bizot" bi hejmara xwe ya yekem (Zivistan 2026) derket pêşberî xwîneran. Dirûşmeya kovarê ev e; “Berê agir bûm”

Kovara Bizotê ku wekî platformeke nû ya çandî û wêjeyî hatiye damezirandin, Kanûna Paşîn a 2026an hejmara xwe ya ewil gihand ber destên hezkiriyên Kurdî.

Kovar dê her sê mehan were weşandin û di her hejmarekê de dê bibe qada nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.

Dosyeya Yekem: Lal Laleş

Di hejmara ewil a Bizotê de dosye li ser nivîskar û helbestvan Lal Laleş hatiye amadekirin. Di kovarê de hevpeyvîneke berfireh bi Lal Laleş re cih digire û her wiha gelek nivîskarên din li ser şêwe, berhem û helbestvaniya wî nivîsên nirxandinê amade kirine. Bergê kovarê jî bi fîgurê Lal Laleş û sernavê "Min ti carî ji nivîskarên ku bi civatê re li hev kiriye hez nekiriye" balê dikişîne.

Kurmancî û Kirmanckî  bi hev re

Taybetmendiyeke girîng a Bizotê ew e ku kovar cih dide her du zaravayên Kurdî ango Kurmancî û Kirmanckî. Di kovarê de helbest, çîrok, hevpeyvîn, werger û nivîsên rexneyî û teorîk bi her du zaravayan cih digirin. Di hejmara ewil de sê nivîs û du helbest bi zaravayê Kirmanckî hatine weşandin ku ev yek dewlemendiya kovarê nîşan dide.

Dixwazin ziman û wêjaya Kurdî geş bikin

Birêvebirên kovarê diyar dikin ku armanca wan a sereke "aktuelkirina ziman" û afirandina platformeke azad e ji bo nivîskar û xwîneran. Di nivîsa "Ji Edîtor" de tê gotin: "Kovar zimên aktuelîze dike û wî şên dihêle. Me xwest ku ji bo zimanê Kurdî platformeke derbirînê ya din li platformên heyî zêde bikin."

Xwînerên ku dixwazin kovarê bi dest bixin, dikarin li gelek pirtûkfiroşên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi rêyên online kovarê peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.