
Kovara Derûnnasiyê ya bi navê “Psychology Kurdî” ku bi rêya Weşanên Avestayê tê çapkirin hejmara xwe ya 21’an derxist.
Kovarê bi navê “Wêje û Derûnnasî” dosyayekê hazir kiriye. Hin sernavên di dosyayê de û nivîskarên ku van dosyeyan hazir kirine ev in;
Wêje û Psîkanalîz: Diyalogege Bêdawî di Neynika Giyanî de Azad Dildar. Çîroka Şeng û Pêngê: Tirsa Dûrketina ji Dayikê Ramazan Pertev. Giringiya Pirtûkan ji bo Geşedana Zarokên 0-6 Salî û Wêjeya Zarokan a Kurdî Gülbeyaz Bozan. Nirxandineke Psîkanalîtîk, Civakî û Çandî ya Romana Helîm Yûsiv 'Wehşê di Hundirê Min de' Leya Turhan. Tenîtiya Psîkopatolojîk Alî Îhsan Yaka
Kovarê her wiha bi Fatma Savcı, Kenan Subaşı Hesen Îdîz û Mehmet Hanîfî re jî hevpeyvînan kiriye.
Mêvanê beşa “Pirs û Bersiv” jî stranbêja Kurd Aslîka Qadir e.
NAVENDA NÛÇEYAN












