Parastina jiyana ekolojîk

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Nîsan 2026 - 15:00

  • Di roja îro de krîzên global ên tên jiyîn, encama nakokiyên pêvajoya modernîteya kapîtalîst-siyasî, civakî û ekolojîk û aborî ye.

Krîza gran a mirovahî li dijî hilweşîna ekolojîk dijî, ne tenê pisgirêka hawirdorî ye, di heman demê de encama karekterên binpêker, dewlet û hiyerarşîk a dîroka şaristaniyê ye. Ev krîz serdestiya kapîtalîst li ser xweza û civakê tê xwendin û li aliyê din jî pergalên ekolojîk bûne alav, jiyan hepsê têkiliyên piyasê hatiye kirin, mirovahî veguheriye bikarhêneriyeke biyanî. Vê mekanîzmaya du alî tenê hevsengiya ekolojîk xera nekiriye di heman demê de hişmendiya kolektîf a civakî parçe kiriye.

Pêvajoya alavkirina xwezayê ya ji aliyê kapîtalîzmê ve, girêdayî hêza newekhev a ku mulkiyeta taybet afirandiye. Di vê pergalê de bikaranîn û kontrola hebûnên xwezayî, ji hewcedariyên civakê wêdetir, li gorî rêgeza maksîmîzyosyona karê bi teşe dibe û di vir de hevsengiya ekolojîk di plana dawî de dimîne.

Ji bo kokên ontolojîk û epîstemolojîk ên krîza ekolojîk bê fêmkirin, divê diyalektîka xweza-mirov, rejîma tundiya li ser çînan baş bê analîzkirin. Daneyên antropolojîk û arkeolojîk, nîşan dide ku civakên çandiniyê yên bi Şoreşa Neolotîk (Beriya zayînê 10.000) dest pê kiriye, li gorî berhema ewil pratîkên veguherîna xwezayî ya sîstematîk a ewil pêş xistiye. Di vê demê de xweza ji hewcedariyên mirovahî hatiye derxistin, destpêka veguherîna alavê ya kontrola sîstematîk teşkîl dike. Ev têkiliya alavê ya bi xwezayê re hatiye avakirin, bi bilinbûna alavên dewletê re bûye sazî û veguheriye mekanîzmayeke serdestiyê. Ev pêvajo ji Zîguratên Sumer heta latîfundîayên Romayê dirêj dibe, berhem tenê bi hiyerarşiyên civakî nemaye, di heman demê de zemîna xerabûna sîstematîk a hevsengiya ekolojîk û civakî ava kiriye. Bi globalbûna terza hilberîna kapîtalîst xweza êdî wek depoya çavkaniyê hatiye dîtin.

Krîza ekolojîk, xwe dispêre kokên pêşketina dîroka kapîtalîzmê. Di sedsala 16’an de binpêkirin, talan û bazirganî bilind bûye, xweza wek çavkaniyên nehatine bikaranîn hatiye dîtin û kes û xweza ji bo piyasê hatiye bikaranîn. Şoreşa sanayiyê ev pêvajo lez kir û  xweza wek hewcedariya sermayê ferz kir. Mezinbûn û zêdebûna fabrîqeyan, serdestiya maşîneyên bi komirê dixebitin û mezinbûna bê kontrol a bajaran, hîmê texrîbata ekosîstemê avêt. Pêvajoya hilberîna kapîtalîst ne mirov û keda tenê; av, xweza, ax, hewa binpê kir.

Di roja îro de krîzên global ên tên jiyîn, encama nakokiyên pêvajoya modernîteya kapîtalîst-siyasî, civakî û ekolojîk û aborî ye. Hêzên sermayê di esasa maksîmîsyona karê de têkiliyên hilberînê û îdeolojiya bê sînor a mezinbûnê li ser mirovahiyê meşandiye. Kapîtala fînansî ji aboriya rast qut balonên spekulatîf afirand û wek krîza 2008’an rê li ber têkçûnên sîstematîk vekiriye. Polîtîkayên bankayên merkezê jî enflasyon, krîzên deyn û bêdadiya dahatuyê kûr kiriye. Kapîtalîzmê xweza wek alav dîtiye û nêzîkatiya antroposen, guherîna avhewayê, alavbûna xwezayê bi xwe re aniye. Vê jî tehdîdkirina hebûnan bi xwe re aniye. Di heman demê de kapîtalîzmê krîz ji xwe re wek derfet dîtiye û pêvajoyên demokratîk jî texrîb kiriye.

Pirsgirêk krîzek sîstematîk e. Kapîtalîzmê bi reformên kesk xwe ji nûve hilberand û hilweşîna ekolojiyê girantir kir. Kapîtalîzmê hejandina rewabûnê ya ku krîza ekolojîk afirandiye di bin navê xapandina sîstematîk a ‘kesk’ de  xwe ji nûve afirand. Borsayên karbon, sertîfîkayên xwe pê didomînin û berhemên eko-ambalajkirî, pratîka sermayê ya rewakirina xwezayê meşand. Ev hilweşîna ekolojîk veguherî qada karê ya dikare bê birêvebirin. Li pişt rûpûşê veguherîna kesk, pergaleke binpêkirinê ya nû ya kapîtalîzmê heye.

Êdî di çapemeniyê de di panoyên kolanan de li metroyan, di pêkanînên çapemeniya civakî de wekî ku şîrket dostên xweza, dostên avhewayê ne tên nîşandan. Vê tenê nakin çavên me, di heman demê de li şûna poşetên naylon derbasî yên kaxiz bûne, cilan vediguherînin û xwe wek dostên xwezayê nîşan didin. Ev şîrket hilweşîna ekolojîk piştperde dikin û heman şîrket binpêkirina xwezayê didomînin.

 * Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘Sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.

JINNEWS/DERYA AKYOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.