Aboriya dîjîtal

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Gulan 2026 - 20:00

  • Aboriya dîjîtal her diçe bandoreke mezin li ser jiyana civakî dike. Xizmetê di nava xwe de dihewîne û her diçe belav dibe.

Teknolojî di serdema me ya îro de her diçe belav dibe û bi heman awayî pêş dikeve. Ev pêşketin karê civakê hêsantir dike. Têkiliyê jî xurt dike. Geşedanên di warê teknolojiya agahî û têkiliyê de her ku diçe berbiçavtir dibe. Tevî vê yekê înternet jî her ku çû bêtir belav bû û jiyana mirovan hêsantir kir. Vê hêsaniyê geşedanên nû jî bi xwe re anî. Ev geşedanan bûn sedem ku karên di qada dijîtalê jî zêdetir bibin. Li gelek welatî razandina sermayeya ji bo tekonolojiya agahî û têkiliyê gelekî zêde ye. Ev teknolojî ji ber li her derê tê bikaranîn ev bandoreke girîng li ser têkiliyên aboriyê jî dike. Ev bandoreke berbiçav e. Bikaranîna  teknolojiya agahî û têkiliyê di lîteratora aboriyê de wekî Serdema Înternetê, Şoreşa Teknolojiya Agahiyê, Aboriya Dîjîtal tê binavkirin. Têgeha Aboriya Dîjîtal cara yekem bi pirtûka “The Digital Economy: Promise and Peril in the Age of Networked Intelligence” ya Nivîskar Don Tapscott a 1995'an de hat weşandin, di lîteraturê de cihê xwe girtiye.

Xizmetê di nav xwe de vedihewîne

Gelek xizmetên di vê çarçoveyê de hêjayî gotinê ne. Ev hêviyekê jî di nava civakê de diafirîne. Aboriya Dîjîtal ji xeynî bazirganiya elektronîk xizmetên dayinê ya online, reklamên online, reklamkeriya tabana webê, bikaranîna pereyê dîjîtal ê sêdîmenî jî di nava xwe de vedihewîne. Ev vehewandineke ne ji rêzê ye. Her wiha Aboriya Dîjîtal hilberandin û xizmetê di nava xwe de vedihewîne. Ji e-ticaretê heta muzîkê jî digire dest. Alavên dîjîtal çiqas zêde dibin hejmara fîrmayên dîjîtal jî ewqas zêde dibin. Ev hejmareke berbiçav e. Polîtîka û birêkûpêkkirina li ser înternetê ya welatan bandoreke erênî di heman demê de li pêşketina Aboriya Dîjîtal jî dike. Li Tirkiyeyê jî di 1'emîn Plana Pêşketinê de wekî hedef hat destnîşankirin heta sala 2023'yan navendên veguhestina dîjîtal derkeve 14'yan. Di 34'emîn Komcivîna Înformatîk a Komeleya Înformatîk a Tirkiyeyê de Wezîra Pêşketinê dabû zanîn ew ê 2018 ji bo Tirkiyeyê bibe sala Aboriya Dîjîtal. Ev geşedan xwe dispêre dîrokeke girîng.

Cihgirtina aboriya dîjîtal

Mijara Aboriya Dîjîtal mijareke berfireh e. Loma jî hîn lazim e lêkolîn li ser vê yekê bidomin. Ji aliyekî din jî Aboriya Dîjîtal çiqasî di Belgeyên Polîtîkayê de cihê xwe digire ev girîng e. Dema em li belgeyên polîtîkayên bilind û stratejiyên navneteweyî yê Tirkiyeyê dinêrin di 11'emîn Plana Pêşketinê de Serokkomariyê di Bernameya salane ya 2020'î de û di Plana Çalakiyê û Stratejiya Civaka Agahiyê ya 2015-2018'an de da zanîn têkildarî Aboriya Dîjîtal raste rast beş an jî hedef tune ne. Ev li cihekî girîng disekine. Dema em li encamê dinêrin di belgeyên polîtîkayê de Aborîya Dîjîtal bi hêmanên cuda bi armancên cuda cih digirin lê raste rast beşeke stratejiyê ya têkildarî Aboriya Dîjîtal, dîjîtala global nayê xuyakirin. Ev jî elbest sedemên wê hene.  Em nexşerêyeke bi tevahî ji sedî sed nikarin bêjin em dibînin. Mirov di heman demê de di Aboriya Dîjîtal de dikare tiştên razber û fîzîkî veguherîne tiştên nîgaşî. Gelek lêkolîn jî li ser vê yekê hatine kirin.

Aboriya dîjîtal belav dibe

Belavbûna Aboriya Dîjîtal jî mijareke girîng e. Ev jî bi keda mirovan pêk hatiye. Li tevahiya cîhanê bikaranîna Aboriya Dîjîtal belav dibe. Ev belavbûn xwe dispêre jêderkên berbiçav. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Ewropayê jî û gelek saziyên din  ji bo astengiyên faliyetên li ser Aboriya Dîjîtal a derveyî welat rabin planên çalakiyên cuda ava kirin. Yekîtiya Ewropayê bi Stratejiya Lîzbonê di sala 2000'î de xebatên Aboriya Dîjîtal dest pê kiriye. Bi vê yekê Yekîtiya Ewropayê bal kişandiye ser girîngiya Yek Bazara Dîjîtal kiriye. Modela kar a dîjîtal yek ji pêşketina jiyana kar a modern e. Pêşketina di warê kar de elbet geşedaneke ne ji rêzê ye.

Aboriya dîjîtal berfirehtir dibe

Belavbûna teknolojî û înternetê jî her tim rojev tije kiriye. Bi pêşketina û belavbûyina teknolojî û înternetê wateya têgeha Aboriya Dîjîtal jî berfirehtir dibe. Ev bi xwe wateyeke xwedî kok e. E-devlet ku ew jî hêzeke dîjîtal e li Tirkiyeyê bi bandor e. Li gor hinek çavkaniya tê gotin ji aliyê  E-devlet'ê ve aboneya 50 milyon kesî pêk hatiye. Ev jî eleqeyekê nîşan dide. Bi vê yekê xizmeta mobîlê ya  2.500'î zêdetir tê dayin. Her wiha 649 sazî û ji 5 hezarî zêdetir xizmeta servîsê tê dayin. Ev xizmet jî dîsa encama keda mirovan e. Ji ber em di serdema dîjîtal de dijîn loma gelek şîrket bi vê rêyê sermayeyên gelekî mezin bi dest dixin. Wekî mînak şîrketa Alibaba.com a li nêzî 250 welatan û li herêman ji aliyê bi sed milyonan kesî ve bi awayekî çalak tê bikaranîn li Tirkiyeyê jî bi awayekî çalak tê bikaranîn. Gelek şîrketên din ên ku bi rêya dîjîtal kirîn û firotinên neteweyî û navneteweyî dikin hene. Ev şîrketên demdirêj in. Em dikarin bêjin bi taybet di serdema pandemiyê de dan û stendina li ser sîteyên înternetê zêdetir bûn. Vê yekê bandoreke neyînî li ser bazirganên dikanên wan hene kir. Li Tirkiyeyê gelek bazirganan ji ber nikaribûn heqê kirê, fatureyên xwe bidan mecbûr man dikanên xwe bigirin. Hem aliyên erênî hem jî aliyên neyînî yên Aboriya Dîjîtal hene. Lê ji bo aliyê erênî bêtir bibe jî divê hewldanek hebe.

Berfirehkirina têkiliyên navneteweyî

Berfirehkirina têkiliyên di qada navneteweyî de wê hêzê bide têkiliyeke xurt. Ji bo Aboriya Dîjîtal hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî pêş bikeve hinek gavên jidiyayî divê bên avêtin. Divê hinek tedbîrên baş bên girtin ku astengiyên li hemberî têkiliyên global bên rakirin. Divê teknolojiyên Aboriya Dîjîtal entegreyî mufredata zanîngehan bibin. Têkildarî vê yekê beşên lîsans û onlîsansê bên vekirin. Berfirehkirina têkiliyên di qada navneteweyî de dê bandoreke baş li Aboriya Dîjîtal bike. Ev bandor xwediyê wateyeke mezin e.

Alavên ragihandinê

Li Tirkiyeyê dema em dinêrin sektora girîng a alavên teknolojiya dîjîtal hildiberînin a alavên ragihandinê ye. Ev sektora di warê îstihdamê de pêş dikeve. Elektronîka berxur a ji hevparên herî girîng a Aboriya Dîjîtal a li Tirkiyeyê di nêviyê salên 2000'î de di nava 3 salî de  (2006-2009) ji sedî 40 îstihdama qeybê pê re çêbûye di  2009-20152'an de ev qeyba hinek be jî hatiye derbaskirin. Di sektora perçeyê elektronîk de jî di 2009'an de bi rêk û pêk zêdebûyina îstihdamê çêbûye. Di salên 2004-2015'an de zêdebûyina salane %5.4 e. Sektora personelên derûdorê û kompîturê jî bi kêmayî di warê îstihdamê de zêde bû û li gor sektorên din îstihdama wê kêm e. Di sektora xizmetên teknolojiyê de bernameya kompîturê herî zêde bi lez di warê îstihdamê de pêş ketiye.

Dan û stendina dîjîtal

Li Tirkiyeyê ji ber bikaranîna înternetê zêde dibe loma dan û stendina dîjîtal jî zêdetir dibe. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) li gor sala borî bi zêdebûyina ji  %3,7 gihaşt %79. Li gor daneyên Ofîsa Îstatîstîk a Emerîqayê Eurostatê hejmara kesên dan û sitendinê li ser înternetê dikin di 2019'an de bi zêdebûyina ji sedî 3 gihaşt ji sedî 30.  Her wiha di 2019'an de bikaranîna qertên krediyê ji %84 dihat bikaranîn û ev jî di 2020'î de bûye ji %79. Li gor daneyên 2019'an jî hat dîtin bi qerta qrediyê bêtir rêbaza bi teqsît tê tercîhkirin û danûstendina bi onlineyê jî zêde bûye.

Torên têkiliyê belav dibin

Danûstendina li ser înternetê her çiqas bandorê li ser esnafên biçûk bike jî lê belê ji her salê zêdetir dibe. Li gor dane û pêşketinên niha diqewimin tê xuyakirin her ku diçe danûstendina li ser înternetê ya her cureyên pêdiviyan zêde dibe. Êdi dem dema înternetê ye û ji ber cîhan bala wê ketiye vî alî loma ev bandorê li ser têkiliyê di navbera mirovan û danûstendina pêdiviyên mirovan jî dike. Torên têkiliyê yên bi rêya înternetê her ku diçe belav dibin û dinya jî bi vê yekê biçûktir dibe. Mirov bi her hawî li ku derê be bila lê be xwe êdî bi hêsanî digihînin hevdu.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.