
Her sal roja 1`ê Nîsanê sersala Babîlî-Aşûrî ye ku bi cejna Akîtû tê naskirin. Di teqwîma Aşûriyan de cejna Akîtû, 1`ê Nîsanê tê pîrozkirin û merasîmên pîrozbahiyê çend rojan berdewam dikin. Di şaristaniyên kevnar de pîrozbahiyên cejna Akîtû 12 rojan didomîn. Di her rojekê de merasîmên taybet ku sembola jiyaneke nû û serkeftina li hember kaosê ne, têne lidarxistin.
Roja 1`ê Nîsanê gelên Aşûr, Suryan û Keldan li herêmên ku lê dimînin, cejna Akîtû pêşwazî dikin. Li stargehên Mezopotamyayê merasîmên olî li dar dixin. Di merasîman de diyar dikin ku qencî li hember kaos û şer bi ser dikeve. Suryan, Keldan û Aşûrî bi rêya cejna Akîtû çanda xwe diparêzin.
Di cejnê de malbat xwarinên xwe yên kevnar amade dikin û li hev kom dibin û bi hev re xwarinê dixwin.
Cejna Akîtû li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Hesekê û Til Temirê bi merasîmên olî û çandî tê pîrozkirin.
ANHA







