
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî (ZIMAN KURD) a navçeya Sêwêregê ya Rihayê bi komîna welatiyan sazî ava kir. Komeleyê bi şahiyekê avakirina xwe îlan kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên DBPê, aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, MED-DER, OHD, MA Muzîk, Tîma Sporê ya Navçeyê û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî merasîma vekirinê ya ZIMAN KURDê bûn. Di bernameyê de pankartên “Dar Bi Ser Kokê Xo, Merdim Bi Ziwanê Xo Beno a Kiho”, “Kurdno! An Nebêjin Em Kurdin An Jî Bi Zimanê Xwe Biaxivin” û “Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Jiyana Komîlast ve” daliqandin. Girseyê di bernameyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Ziman Jiyan Azadî”, “Bê Ziman Jiyan Nabe”, “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
‘Bêyî ziman em ji xwebûnê dûr dikevin’
Herî dawî Parlementerê DEM Partiyê yê Riha Omer Ocalan ku beşdarî vekirina Komeleya Zimanê Kurdî ya navçeya Sêwêregê bû got: “Gelê Kurd bi çand û hunera xwe û bi zimanê xwe li ber xwe dide. Divê ku tu kes têkoşîna gelê Kurd û hewldanên wan biçûk nebîne. Divê em Kurd hertim nasnameya xwe biparezin. Heta ku ev sazî hat avakirin gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Gelê Sêwêregê gelekî pir têkoşer e. Hewldanên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî bi sedsalan e têne meşandin. Em bi çand, ziman û têkoşîna xwe li ber xwe bidin. Divê em li Kurdistanê û hemû qaden Tirkiyeyê zimanê Kurdî berfireh bikin û herder bikin Kurdî. Divê em destê hev bigirin Çand, Ziman û hunera xwe li her derî li ser piya bihêlin. Divê em ji bo ziman avahiyan ava bikin û naveroka wan avahiyan bi fikr û felseyeke mezin li Rojhilata Navîn belav bikin. Avakirina van saziyan jî hemû bi fikr felsefeya vê rêxistinê ye. Em ê vê ya her tim mezin bikin. Dema ku ziman tune be em ê roj bi roj ji xwebûna xwe dûr bikevin.”
Bername bi gotina stran û klaman û bi vekirina qurdeleyê ya ku bi destê Dayîkên Aştiyê hat birîn hate vekirin û bername bi dawî bû.
AW/RIHA














