Ronahî 4 rûpelên Kurdî li xwe zêde kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 1 Kanûn 2025 - 11:00

Rojnameya Ronahî, di 27ê Mijdarê de dest bi weşana xwe ya nû kir. Di weşana nû de, 4 rûpel li beşa Kurdî hatin zêdekirin û ev beş derket 12 rûpelan. Beşa Erebî ya rojnameyê jî ji 12 rûpelan pêktê.

Li gorî agahiyên ku rêveberên rojnameyê dane, wan hem ji ber pêwîstiya pêvajoyê û hem jî ji ber pêşketina derfetên beşa Kurdî, bi armanca dewlemendkirina rojnameyê ev biryar daye.

Rojnameya Ronahî 16ê Cotmeha 2011an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kiribû. Piştî destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmehê (2012), rojnameyê sala 2013an li bajarên Qamişlo û Efrînê navendên xwe vekirin. Rojname destpêkê bi awayê nêzî kovarekî derdiket. Bi demê re bi pêş ket û di sala 2014an de çapên Kurdî û Erebî ji hev hatin veqetandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.