Çemê Bêherk

Nûçeyên Forum

Duşem 17 Mijdar 2025 - 00:57

OSMAN KAPAN 

Hêdî hêdî xwe ji jor ve ber bi perava çem de berda.Hat,ji ser kevirekî reş rûnişt,turikê ku ji çeênd rengên qedîm xemilandî,danî tenişta xwe û welê kur kur li pêlên ava bi herk nerî.Nerîneke welê bû,te digot qey, dema ew pêl li hev dikevin sancoyî dibe.Di rû yê wî re cokên êşê diherikîn ! Çiqasî pêl bilind dibûn,wekî erdekî qelişî qemîçonkên rû yê wî kur dibûn.Wê kêliyê li çi denerî,çi difikirî,çi êş dikişand ? Ji wî pêve tu kesî nizanî bû. 

Çiqasî welê ma nizanîbû.Demekê li derdora xwe nerî,li paş xwe zîvirî li dûr nerî,nerî û hey nerî.Belî bû ku di nava wê dûrahiyê de li tiştekî digere,an jî li benda tiştekî bû.Qedereke xweş welê ma.Tişta ku lê digeriya nedît,an nehat? Ew jî ji wî pêve tu kesî nizanî bû.Ji wê dûrahiyê awirên xwe kişandin û birin li lutkeya çiya yê li hemberî xwe danî.Bi carekê bişirî,qermîçonkên rû yê wî ketin hev,wekî erdekî ku baran lê bibare qelîştokên rû yê wî ketin hev. 

Tivavekê li çiya nerî.Carina dibişirî,carina lêvên wî dilebitîn,carina dîsa ew êş a sanco yî dihat li nava qolincên wî belav dibû û êş dibû kêreke tuj li ser qolincan diçû û dihat.Li gel wê jî bi çiyan re bûbû yek,welê dixuya êş a çiya bi qasî ya deştê birînên êşa wî xwînî nedikirin.Ji nerîna çiyan têr bûbû,an jî tiştine din hatibûne bîra wî nizanim.Bi carekê berê xwe ji çiya da kêleka xwe,turikê bi rengên qedîm xemilî vekir,zebeşekî belek ji turik derxist,destê xwe avête berîka xwe,kêreke destî ji stirhê nêriya jê derxist û kumika zebeş birî. 

Kumik a zebeş kire çar parî û xiste nava her du kefa mista xwe de,lê nerî,lêvên wî lebitîn.Min fam kir ku falê vedike,lê ji bona çi bû nizanim.Hem lêvên wî dilebitîn,hem li derdorê dinerî,her devera ku çavên wî lê dialiqî,heçku li bendê bû ku tiştek ji wir derbikeve,di ma li bendê.Piştî demekê hêvî şikestî berê xwe dida devereke din.Çiqasî wisa ma nizanim.Dawî ya dawî ew çar parî yên kumik di destê xwe de hejandi û avêtin ber xwe.Bi avêtinê re bişrîna wî bû berq,ronî pijiqî jor,ji wir xwe berda ser rû yê wî û bi deng got:”Wê werê,wê werê…” 

Bi wê keyfê zebeşê xwe kire du felq,zebeşekî sor,te digot qey xwîn e.Li devera lê rûniştî çend kevirek kirin hewtik û her du felqên zebeş xistin hewtik de.Rû bi ken bû,te digot qey ne kesê beriya ni bi bîstekê sancoyên êşê dikişandin bû. 

Min mereq kir bê ew çi bû ku bûbû sedem,bi carekê ji nava wê şewata êşê,keyfxweşiyê xwe li rû yê wî pêça bû?Min ji xwe di pirsî,lê bersiveke min a ku ez bidim tune bû.Min nêht kir ku xwe berdime cem û sedema vê guhertinê jê bikim.Bes min nizanîbû ezê çi bêjim.Ji bona wê min xwest hinekî din raçav bikim. 

Dem jî wekî çem diherikî,ew li cihê xwe û çavên wî geh li çiyan,geh li ava bi herk,geh li derdorê.Li nerîna her deverê wechê wî dihate guhertin.Piştî çendekî çavên wî hat li ser zebeç xar bûn,bişirî,ji ser zebeş çav hilkişiyan ber bi rojê de,roj li ber ava bû.Destê xwe avête turikê xwe du naylon jê derxistin yek tije penîr,yê din nan bû.Her du danîne hêla peravê,dahma zebeş û got:”Wê werin,erê vecarê wê werin…”Rabû ser xwe,destê xwe ji rojê re hejand û berê xwe da devera ku jê hatî. 

Wê kî werê,çima werin û…Mêjiyê min diqoqiland.Min ji xwe re got:”Bersiva pirsên min li cem wî ye.Hema ji devera ku min ew raçav dikir rabûm û l pêşiyê sekinîm.Min silav dayê,hema welê zîq li nava çavên min nerî,wekî bibêje,tu ji ku derketî û ketî nava raborî û dahata min?Bêyî dilê xwe siva min veda. 

Hema ji nişkê ve  min got:”Wê kî werê?” Bi ken got.”Ne kî,ew ê werin.”Min xwest bi pirsim;ew kî ne.Hî min ne pirsî wî got:”Zarokên me wê werin,wî zebeşê min danî wir bixwin,di wî çemê bê herk re derbas bibin û werin.”Li gorî wî çem bê herk bû,lê li gorî min bi herk bû.Yên bihata jî dê mîna wî çemî bi herikîna.Min got:”Çem di herike,wî got na.Em qederekê welê mane bi hev ve.Herî dawî min bi şun xwe ve nerî,bi rastî jî çem nediherikî.Bi ken got:” Te dît,ew çem naherike,heya ku ew neyên…” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.