Demokrasî ji taxan destpê dike
Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:52

Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU) Pablo Sanchez Centellas, beşdarî 2’emîn Sempozyûma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî ya ku ji aliyê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şeredariyan û Xizmetên Rêveberiya Xwecihî (TUM BEL-SEN) ve hate lidarxistin, bû. Centellas, polîtîkayên qeyûman ên li Tirkiyeyê û girîngiya xweseriyê di pêvajoyên aştiyê de nirxand.
Centellas diyar kir ku girîng e Sempozyûma Rêveberiyên Xwecihî ya TUMBEL-SEN’ê di demekê de pêk tê ku dewleta Tirk pêkanînên qeyûman hîn jî ferz dike û got:“Ev, delîlek e ji bo meyla otorîter a li welêt. Mixabin ev pêkanîn ne tenê li vî welatî, li gelek welatên cîhanê bi awayekî berbelav tê bikaranîn. Em bawer dikin ku demokrasî li taxan, li civakên herêmî dest pê dike. Ji ber vê yekê em vê red dikin. Polîtîkayên qeyûman nêzîkatiyeke ku li dijî demokrasî, wekhevî û edaleta civakî ye. Di vê çarçoveyê de me nameyek ji Komîsyona Ewropayê û nûnerên Yekitiya Ewropayê yên li welatên din re nivîsî û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û antîdemokratîk e û divê Yekitiya Ewropayê û rêxistinên navneteweyî rewşa li Tirkiyeyê şermezar bikin.”
Zextên li ser ziman û çand
Centellas destnîşan kir ku divê rêveberiyên xwecihî xweser bin û got:“Dema hûn di nava şerê bi hikumetek an rejîmekê re bin, heke ev hikumet an rejîm polîtîkayan li dijî çand û ziman ferz bike, divê civakên xwecihî bikaribin li çanda xwe xwedî derkevin û ji bo ku bi rêveberiya xwe ya xweser vê bikin, xwedî fonên pêwîst bin.” Centellas diyar kir ku di çarçoveya pêvajoya muzakereyê ya li Tirkiyeyê, divê rêveberiyên xwecihî xweseriya xwe xurt bikin û got ku ev yek ji bo ku gel jî bi pêvajoyê bawer bike girîng e û got:“Ji bo piştgiriya civakan û ji bo ku karibin xwe bi xwe biparêzin, veqetandina çavkaniyên xwecihî girîng e. Di vê çarçoveyê de sendîka û civakên xwecihî di vê pêvajoyê de roleke gelekî girîng dilîzin. Heke ew di vê yekê de biserkevin, ev tê wê wateyê ku pêvajo bi rastî ber bi pêşveçûnê diçe. Heje ev nîqaş bêyî beşdarbûna gelê xwecihî bibe mijarek nîqaşê, îxtîmaleke mezin heye ku pirsgirêkên ku dibin sedema pevçûnê neyên çareserkirin.”
Rola sendîka û karkeran girîng e
Centellas bal kişand ser girîngiya rola sendîkayan di avakirina piştî pevçûnê de û got:"Me ev yek di dîrokê de li nava civakên cuda dît. Mînak, li Îrlandayê piştî şerê navxweyî û li Komara Îrlandayê sendîkayan roleke girîng lîstin. Sedema vê jî kapasîteya wan a muzakere, nîqaşkirin, rêxistinkirin û dîtina zemîneke hevpar e. Ji ber vê yekê girîng e ku sendîka tevlî pêvajoyê bibin û di pêvajoya aştiyê de rol bidin wan. Ger hikumet, sendîka, rêxistinên gundî/cotkaran û rêxistinên pîşeyî tevlî vê diyalogê bike, ev nîşan dide ku ew bi rastî jî cidî ne. Heke bêyî tevlîkirina beşên din ên civakê tenê diyalogeke navbera saziyan de ava bike, nêzîkatiyeke demkî ye.”
MA/DENÎZ KARABUDAK













