Ezmûna li pêşiya Kurdan

Nûçeyên Forum

Duşem 3 Mijdar 2025 - 00:51

OSMAN KAPAN                        

Di her olî de gotina:” Xweda me diceribîne” heye.yên ku ev derbas kirî,Nebî yê wan bûye xwedî umet,yên ku pişta xwe dayî û ji vê cribandinê revîne,Nebî yê wan bê umet,ew jî an bê ol,an jî di bin sîwana olekî din de mane.Ica di demên welê de vîneke xurt pêwiste.Gelê ku li pey ol a Hz.Isa diçû,ji bona ku wan ji pey vegerînin zindî diavêtin ber lepê şêran,lê wan bi vîneke bawerî dev ji doza xwe bernedida.Heman tişt ji bona Islamê û Hz. Muhemed jî derbasdare.Ji wê ye niha du olên sereke ne,lewra bawermendan azmûn derbas kir,li hember her zahmetî û zorê bi nebî û doza xwe bawer bûn 

Em Kurd niha di azmûnê dîrokê re derbas dibin.Ku me ev ezmûn derbas kir,em kurdê bibin hîterlanda rojholatanavîn,Rojhilatanavî bi xwe hînterlanda gerdunê ye.Vaye pergal xwe nû dikin,lewra kojektora heyî guhertin û veguhertinê li ser her kesî ferz dike.Heya berî niha bi çend salan yên ku li hember hev şer dikirin,di kuzikan de bi sêhrika tifingê li hevûdin dinerîn,niha li ser heman maseyê rûdinin û pesnê hev didin. 

Di serdemên wiha de,kî/kê konevaniya xwe bi pisporî bimeşîne,destkeftî û windahiyên demê baş bihesibîne,tifaqa baş saz bike û bi hêz be, ew dê bi ser bikeve û bibe aktorê sazûmaniya demê.Îca niha em Kurd li Rojhilatanavîn bi hêz in,xwedî aqilê stratêjîk in,di nava pergalên heyî de,yê ku xwedî gotunên nû,xwedî projeyên nû Tevgera Azadiya Kurdîstanê û Rêberê wê ye.Ev ji bona me hem fersendeke mezin,hem şensekî mezine.Şens û fersend di dîrokê de,heya niha ji sed salî carekê bû.Yên ku ev dem baş dinîrxand cihê xwe di dîrokê de digirtin.Îca ev ji bona me şensê dawî ye,ku em vî şens û fersendê bi sekeftinê tacîdar nekin,ne sed sal êdî heta hetayê em Kurdê bê maf û pergal bimînin.. 

Beriya niha bi bîst salan Rêber Apo di di parêznamê de dibêje:”Di çaryeka vê sedsalê de,ango 2025 an de dê di pergala Rojhilatanavîn de  guhertinên mezin bibin,wê demê kî bi hêz be dê di vê guhertinê de bibe aktorekî wê…”Divê em vêna baş bibînin û bi nîrxînin.Ev pêşbînî ya Rêber Apo ne kehanet,dîtina pêşerojê, dehaya konevanî ye.Aha ew roj ev roj e.Em hêza xwe çiqasî xurt bikin,tifaqa xwe berfireh bikin,cihê me dê li ser maseya mîmarên sazûmanên pergala nû hebe û gotinên me dê giranbûha bin. 

Em ê vêna çawa bikin?Niha aktorên ku li ser dikê ne,yên ku xwedî gotin e,stratêjiya rê ya çareseriyê pêşkêş dike û li ser maseyê belî ye.Li pêşiya me qedera man û nemana gelê Kurd heye!Bila her kes dev ji berjewendiyên tekakesî berde û li dora Tevgera Azadiya Kurdîstanê bibe yek.Dibe ku ramana hinekan cuda be,dibe ku hin tiştan şaş jî bibînin.Ev tiştekî asayî ye.Îca ji dêvla dijberiyê bikin,bila kerem bikin werin di nav de cih bigirin û bi ramana xwe hêzê bidin,tifaqê xurt bikin,da em ji vê azmûna dîroka bi serkeftî derbikevin. 

Di heştê Mijdarê de li bajarê Almanya Kölnê,meşa ji:”Ji rêber Apo re Azadî,ji bona statuya Kurdîstanê çareseriya konevanî…” heye.Îca ji bona ku em destê Rêber Apo û konevaniya Kurdî xurt bikin,divê em wekî Ferat û Dîjle yê biherikin Kolnê. 

Kurdîstanî û dostên wan cara yekemîn 23 yê Cotmeh a  2023 an,bi heman armancê meş li dar xistin û girseyeke mezin tevlî bû.Hem di çapemeniya gerdûnê de deng veda,hem ji hêla konevanî de bandor kir.2024 an Girse hîn mezintir bû,bimeş û bi durişmeyên xwe,pira Kolnê hejandin.Ma tenê pir,ew durişme û hejandina pir ê li tevayê awrupa belav bû û bandoreke mezin li ser konevaniyê jî kir. 

Li gorî demê divê em Kurd tevbigerin,tiştên tekakesî bi hêlin li aliyekî û bi hêza xwe yî herî xurt tevlî vê meşê bibin.Lewra hêz û awazên me dê tenê ne li kolanên bajarê Kolnê deng vedê,dê li ser masaya konevaniyê û li ser konevaniya gerdûnê jî olan bide.Roj ev roj e,fersend û şens eve… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.